Hewla revandina malbatên DAIŞ’î ji kampa Holê hat têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewla revadina 30 endamên malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê têk bir.

Hewla revandina malbatên DAIŞ’î ji kampa Holê hat têkbirin
2 îlon, 2025   21:20
HESEKÊ

Li gor agahiyên ku çavkaniyên ji kampa Holê dane nûçegihanê me, hewldan hatibû kirin ku zêdekirî 30 jin û zarokên DAIŞ’î bi erebeyekê ji kampa Holê werin revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li hewldanê girt.

Li kampa Holê bi deh hezaran jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene  ku metirsiyê li ser ewlehiya herêmê û ya cîhanê çêdikin.

(ac/bb)

ANHA