Li Silêmaniyê 2 dron hatin xistin

Li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê 2 dron ji aliyê pêşmergeyan ve hatin xistin.

Li Silêmaniyê 2 dron hatin xistin
2 tîrmeh, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li taxa Taslûce ya Silêmaniyê li nêzî baregeha Yekîneya 70’yan a pêşmergeyan, 2 dron hatin xistin. Hate zanîn ku ji ber ku dron li nav malan ketine, bûne sedema tirsê.

Her wiha li gundê Darebendî yê li nêzî balafirgeha Hewlêrê jî 2 dronên xwekuj ketin xwarê.

Her wiha dronek ku nehate tespîtkirin ka ya kê ye, duh bi şev li kampa Derkarê ya Zaxoyê ket ku şêniyên Êzidiyên koçberbûyî ne.

Heya niha nayê zanîn ev dron yên kîjan hêzê ne û ji ku derê tên şandin û armanca wan çi ye.