HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:“Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir
2 tîrmeh, 2025   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyên me Bahoz Şîlan, Cuma Goyî û Şiyar Kurdistan 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de û di encama bombebarana dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Bahoz, Cuma û Şiyar di berxwedana destanî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih girtin û weke milîtanên fedayî yên Apoyî di şert û mercên herî zehmet de jî teredut nekirin û têkoşîn meşandin. Hevrêyên me ji bo pêkanîna taktîkên demê israr kirin û li arazî û tunelan di tîmên gerîla yên pispor de cih girtin, gelek xebat bi serketî meşandin. Hevrêyên me hemû êrîşên artêşa Tirk pûç kirin û bi berxwedana xwe hêza îradeya Apoyî îspat kirin. Têkoşîna wan dê her tim rêya me ronî bike. Gotin û pratîka hevrêyên me yek bû. Bi israra xwe ya ji bo darbeyê li dijmin bixin, bi jiyanên xwe yên dilnizm, hevrêtiyên kûr û pisporiyên xwe yên leşkerî ji me re mîrateyeke mînak hiştin. Hevrêyên me bi îradeya xwe ya xurt û manewiyata kûr, bûn çavkaniya moralê. Di têkoşîna me ya ji vir û şûnde de, em ê timî ji wan hêz, manewiyat û moral bigirin, wê bibin nirxên me yên herî esas. Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bahoz, Cuma û Şiyar em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Bahoz Şîlan

Nav û Paşnav: Musa Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Cuma Goyî

Nav û Paşnav: Mehmet Urek

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Sarya Sadik

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Şiyar Kurdistan

Nav û Paşnav: Ahet Quwe

Cihê Jidayikbûnê: Mahabad

Navê Dayik – Bav: Kurdistan – Osman

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap