Li gundewarê Humsê ciwan hatin girtin

Hêzên Ewlehiya Giştî girtin ser gundekî parêzgeha Humsê û gelek ciwanên gund girtin.

Li gundewarê Humsê ciwan hatin girtin
2 tîrmeh, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda  Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên Ewlehiya Giştî bi ser gundê Zerzûriye li gundewarê rojavayê Humsê, ku piraniya şêniyên wê Şîe ne de girt.

Li gorî agahiyan Hêzên Ewlehiya Giştî bêyî ku sedemkê nîşan bidin gelek ciwanên gund girtin.

Di dema serdegirtinê de şêniyên gund rastî lêdan, gulebaran û hewldana pêlêkirina bi erebeyan hatin.