Li Şerîeya Rojava di êrişekê de 3 îsraîlî hatin kuştin

Medyaya Îsraîlê ragihand ku li bakurê Şerîeya Rojava di encama gulebarana li ser otobusekê de 3 kes hatine kuştin û çend jî birîndar bûn.

Li Şerîeya Rojava di êrişekê de 3 îsraîlî hatin kuştin
6 ÇILE, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand: "Di êrişa terorîstî ya li Şerîeya Rojava de, di encama gulebarana li otobusekê de, 3 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn."

Her wiha hate diyarkirin ku "otomobîla ku terorîst tê de bûn, reviya herêma Nablusê.”

Artêşa Îsraîlê ji bo lêgerîna kesên ku erişa li Qelqeliye ya li bakure Şerîeya Rojava pêk aniye, operasyon da destpêkirin.

(k)