Heyeta Îmraliyê hevdîtinên xwe didomîne

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku dest bi serdana partiyên siyasî yên Tiriyeyê kiriye, bi serokê giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir.

Heyeta Îmraliyê hevdîtinên xwe didomîne
6 ÇILE, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê piştî ku li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, dest bi serdana lîderên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê kir.

Serokwekîlê meclisê yê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û parlamentera Wanê Pervîn Buldan û hevşaredarê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hate danîn Ahmet Turk, bi serokê giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir.

Heyeta DEM Partiyê beriya hevdîtina li navenda giştî ya Partiya Gelecekê li ber derî ji aliyê Davutoglu û parlamenteran ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li ber çapemeniyê girtî pêk tê.