Li Şerîda Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 37 hezar û 598 kesan

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ragihand ku li Xezeyê hejmara mirovên ji aliyê Îsraîlê ve di şerê nêzî neh mehan de jiyana xwe dest dane derket 37 hezar û 598 kesan.

Li Şerîda Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 37 hezar û 598 kesan
23 hezîran 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê ve di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên ku jiyana xwe dest dane  gihişt 37 hezar û 598 kesan.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 47 kes hatine kuştin. Her wiha hat gotin ku ji destpêka şer û vir ve li Fîlîstînê 86 hezar 32 kes birîndar bûne.