Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didome

Dewleta Tirk a dagirker Duh bişev karwanek leşkerî derbazî Kanî Masî ya li parêzgeha Dihokê kir.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didome
23 hezîran, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya planên dagirkeriyê de, duh bişev karwanek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker derbazî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bû.

Li gorî dîmenên di medya dijîtal de belav bûne, dewleta Tirk a dagirker karwanek mezin ya leşkerî şandiye sînorê Kanî Masiyê. Lê nehat zanîn ev karwana leşkerî ji Bakurê Kurdistanê şandin yan na. Lê weke ku di dîmen de jî tê dîtin, leşkerên Tirk bi awayek eşkere li nav xaka Başûrê Kurdistanê digerin.

Video Player

Hêjayî gotinê ye di demên borî de jî hevkariya PDK’ê ya bi dewletaTirk re bi belgeyan eşkere bû û ji raya giştî re hate ragihandin. PDK li rexa baregehên xwe baregehên leşkerên Tirk ava dike û wan diparêze.