‘Li Serêkaniyê aramî nîne, koçber nikarin vegerin’

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Serêkaniyê hîna ewle nebûye û hîna malên bi hezaran koçberan nehatine valakirin.

‘Li Serêkaniyê aramî nîne, koçber nikarin vegerin’
18 adar, 2026   04:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Parêzer û rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso li ser rewşa bajarê Serêkaniyê û vegera koçberan ji ajansa me re axivî.

Ciwan Îsa diyar kir ku li gorî qanûnên herêmî û navneteweyî mafê xelkê resen ê herêmê heye ku vegerin warê xwe û got: " Em jî wekê Komîteya Koçberên Serêkaniyê dan û standinê bi aliyên têkildarî û tîma şopandina vegerê re hene. Em bi parêzgarê Hesekê û berpirsan re civiyan. Me daxwazên koçberên Serêkaniyê yên vegera ewle û pêdiviyên wan ên vegerê anîn ser ziman."

Ciwan Îso di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê bin, koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dê nikarbin vegerin û got, divê garantiya ewlehiya koçberan were dayîn û dema koçber vegerin kesek tadê li wan neke.

‘DIVÊ KOMÎTEYEKE HEVBEŞ WERE AVAKIRIN"

Îso bi bîr xist ku parêzgarê Hesekê û tîma şopandina pêkanîna lihevkirina  29`ê Çileyê komîteyek hevbeş a vegera koçberan ava kirine û ev li gotinên xwe zêde kir, "Dibe ku biçin serdana Serêkaniyê û rewşa wê binirxînin. Rewşa ewlehî ya Serekaniyê ne aram e. Niha derfet nîne ku koçber vegerin. Ji ber bi hezaran malên Serêkaniyê hîna vala nekirine. Komên çekdar bajar birêve dibin û saziyên istixbaratê yên hêzên derve li Serêkaniyê dixebitin."

Îso destnîşan kir ku divê rewşa Serêkaniyê were nirxandin û Şert û mercên vegere werin amade kirin da ku koçber bikarin vegerin cihê xwe û ew bi xwe bajarê xwe birêve bibin.

Îso bi domdarî got, "Di vê dema dawiyê de rêveberê herêmê hat tayînkirin û hîna saziyên Serêkaniyê ji aliyê kesên ne ji bajar ve têne birêvebirin. Ji bo koçber vegerin malên xwe divê lêkolîn were kirin. Xelkê Serêkaniyê di şer de ji bo rûmet û azadiya xwe biparêze ji malên xwe derketin. Ew dixwazin birûmet vegerin, mafên xelkê resen ê herêmê werin dayîn, kiryar li hemberî wan neyên kirin û careke dîtir wan neçarî koçberiyê nekin."

Ciwan Îso got ku ew niha bi alîkariya meclis û rêveberiyên herêmî lîsteyên koçberan amade dikin û wiha pê de çû: "Bi alîkariya meclis û rêveberiyên herêmî em niha agahiyên li ser koçberên Serêkaniyê bi ziravî kom dikin. Em ê hemû ziyanên ku dîtine û mal û milkan belge bikin. Gelek malbat hene hîna malên wan nehatine valakirin. Berî ku ji malên koçberan derbikevin, her tiştî talan dikin û xira dikin. Divê aliyên lihevkirina 29`ê Çileyê vê yekê dişopînin destwerdanê bikin û destûr nedin ku malên xelkê Serêkaniyê werin talankirin."

Ciwan îso jî der barê leşkerên Tirk ên li Serêkaniyê de jî ev agahî dan :"Baregehên leşkerên Tirk hîna nehatine rakirin. Ev baregeh ji aliyê istixbaratên Tirk ve têne rêvebirin. Serêkaniyê hîna ewle nebûye."

Ciwan Îso têkildarî kesên ku li bajarê Serêkaniyê rabûn û gotin ew naxwazin koçber vegerin jî wiha got:"Kesên li Serêkaniyê rabûn xwepêşandanan ne ji xelkê Serêkaniyê ne û naxwazin lihevkirina 29’ê Çileyê pêk were. Bi taybet kesên ku destê xwe danîne ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê naxwazin koçber vegerin."

(np)

ANHA