Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye

Di ser dagirkirina bajarê Efrîn re 8 sal derbas bûn, di van salan de binpêkirinên berfireh û guhertinên demografîk hatin pêkanîn, bi hezaran koçber li benda derfeta vegera malên xwe ne.

Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
Efrîn piştî 8 salên dagirkirinê; nasname hat guhertin û xelk li benda vegerê ye
18 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Îro salvegera 8ˊmîn a dagirkirina bajarê Efrînê ye ku di 18ˊê Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, hat dagirkirin. 

EFRÎN: ERDNÎGARÎ Û DÎROK

Herêma Efrîn, ku di dîrokê de wekî Çiyayê Kurmênc tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê ye . Ew herêmek e ku xwedî rehên kûr ên dîrokî, erdnîgarî û çandî yên Kurdî ye. Berî dagirkirinê, bi qasî sedî 98`ê şêniyên wê Kurd bûn. Lê belê, piştî 8 salên dagirkirinê, rêjeya wan daketiye kêmtir sedî 25, û 300 hezar heta 350 hezar şêniyên Kurd bi zorê ji gund, bajarokên xwe û bajarê Efrînê hatine koçberkirin.

Di van 8 salan de, Efrîn ji hêla Tirkiyê û komên wê yên çete ve rastî binpêkirinên berfireh hat, bi taybetî komên El Emşat û Hemzat. Binpêkirin weke kuştin, revandin, girtinên keyfî û îşkenceyê, ji bilî wêrankirina daristanan û birîna darên zeytûnan, hatin kirin. Ev binpêkirin ji hêla rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya li ser Sûriyeyê ve hatine belgekirin.

Efrîn her wiha rastî guherînên zimanî, çandî û erdnîgarî hatiye. Nîşaneyên ku nasnameya Kurd a herêmê û şêniyên wê nîşan didin hatine rakirin û li şûna wan yên Tirkî hatine danîn. Alayên Tirkî û wêneyên serokkomarê Tirkiyeyê di saziyan de hatine bilindkirin, û navên kolan û qadan bi navên Tirkî hatine guhertin û zimanê Kurdî di perwerde û rêveberiyê de hatiye qedexekirin.

KOÇBERIYA BI ZORÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Çalakvanê mafên mirovan û rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn, Sûriyeyê, Îbrahîm Şêxo der barê mijarê de got: "Piştî dagirkirina Efrîn di sala 2018`an de, em niha dikevin sala 8`mîn a dagirkirina berdewam a bajêr, ku binpêkirinên giran bi armanca guhertina avahiya demografîk a Efrîn e hatine pêkanîn. "

Şêxo destnîşan kir ku niyetên ji bo guhertina demografîk di axaftinên serokkomarê Tirkiyeyê de eşkere bûn, ku berî destpêkirina êrişên dagirkeriyê diyar kir ku nifûsa Kurd li Efrîn; sed' 35 kurd e. Lêbelê, tevahiya cîhanê dizane ku piraniya şêniyên Efrîn Kurd in, û rêjeya wan berê ji sedî 98ˊê nifûsa bajêr derbas dibû.

Şêxo anî ziman ku armanca siyasî ya van daxuyaniyan ew bû ku nasnameya Efrîn, ku wekî "Ciyayê Kurmênc" tê zanîn, jê bibin û di dema dagirkirina bajêr de, wan hewl da ku şêniyên Kurd ên mayî bi zorê ji wir derxînin".

Şêxo diyar kir ku di dema dagirkirina bajêr de, di navbera 300 heta 350 hezar Kurdên Efrînê bi zorê ber bi Heleb, Şahba û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine koçberkirin.

SÛCÊN DI DEMA ÊRIŞAN DE

Şêxo zelal kir ku di êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de 600 kes hatine kuştin, di nav wan de 95 zarok û zêdetirî 100 jin hene. Her wiha destnîşan kir ku 72 bûyerên destdirêjiya cinsî hatine belgekirin.

GUHERTINA NASNAMEYA EFRÎNÊ

Şêxo diyar kir ku nasnameya bajêr bi tevahî hatiye guhertin, nasnameyea Tirkî hatiye ferzkirin û meclisên girêdayî Tirkiyeyê hatine avakirin. Şêxo da zanîn ku şûnwarên dîrokî yên Efrînê hatine wêrankirin û talankirin, 59 deverên arkeolojîk hatine wêrankirin û tiştên wan hatine dizîn. Di nav wan de yên herî berbiçav Keleha Nebî Hûrî û devera Mermarun in, ku hemû nîşanên nasnameya herêma Efrîn ne.

Şêxo diyar kir ku 28 mezargehên olî yên Misilman û Êzîdiyan hatine wêrankirin û talankirin, ji bilî bi sedan deverên din ên ku hîn jî têne kolandin.

WÊRANKIRINA JÎNGEHA XWEZAYÎ YA EFRÎNÊ

Şêxo eşkere kir ku zêdetirî milyonek darên zeytûnê hatine birîn û zêdetirî 50 hezar hatine şewitandin. Her wiha diyar kir ku zêdetirî 100 hezar dar hatine rakirin û bo Tirkiyeyê hatine veguheztin û firotin.

PAŞGUHKIRINA ZIMANÊ KURDÎ

Di warê çandî û ziman de, Şêxo destnîşan kir ku Efrîn ji zimanê wê hatiye bêparkirin. Erebî û Tirkî bûne zimanên fermî yên bajêr, lê Kurdî tenê 2 saetan di rojê de tê hînkirin. Di van 2 saetan de, mamoste tunebûn ku xwendekaran perwerde bikin, û tu piştgirî yan hevkarî ji mamosteyan re nehat dayîn. Wekî din, 65 mamoste ji kar hatin avêtin û revandin da ku tirsê bixin nav şêniyan û rê li ber wan bigirin ku zimanê Kurdî fêr bibin.

AVAKIRINA 47 WARGEHAN

Ji dema dagirkirina bajêr ve, Tirkiyeyê ji bo guhertina demografîk a bajêr, serî li siyaseta avakirina wargehan da. Şêxo di vê çarçoveyê de got: "47 wargeh (avahiyên mêtingehiyê) li bajarê Efrîn hatine avakirin. Erebên ji Dêrazorê, Heleb, Îdlib û deverên din li wir hatine bicihkirin. Rêxistinên Filistînî, bi bahaneya alîkariya gelê Sûriyeyê, di avakirina hin wargehan de jî beşdar bûn, ji bilî wargehên din ên ku ji hêla rêxistinên Kuwêt û Qeterê ve di bin çavdêriya rêxistina AFAD a Tirkiyeyê de hatine avakirin."

Li gorî Şêxo, hejmara kesên hatine girtin an revandin ji 10 hezaran derbas bû, ku piraniya wan paşê hatin berdan. Lê çarenûsa nêzîkî 2 hezar kesan hîn ne diyar e, di nav wan de jin û keç hene, ku tê bawerkirin di girtîgehên Tirkiye û Sûriyeyê de ne. Şêxo got, "Par, nêzîkî 600 kes bo girtîgeha El Raî hatin veguhastin, û niha tê gotin ku girtîgeha El Raî hatiye valakirin. Agahiyên din jî hene ku nîşan didin ku ew bo girtîgeha El Hola li Humsê hatine veguhastin da ku wan veşêrin. "

HESABPIRSÎN TUNE YE

Şêxo diyar kir ku di salên dawî de, dosyayên li ser binpêkirinên ku qewimîne ji komîteyên hesabpirsînê yên navneteweyî re hatine şandin, û rapor hatine weşandin ku van binpêkirinan wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi nav dikin.

Şêxo banga berdewamiya lêgerîn û lêpirsînê kir da ku kesên berpirsiyarê van sûcan werin destnîşankirin û li gorî Peymanên Cinêvê yên 1949ˊan û Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya 1998ˊan wan darizandin. Şêxo diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsiyariya hesab dayînê li ser xwe digire.

LI BENDA VEGERÊ

Piştî peymana 29`ê Çileya 2026`an, hêviyên koçberan ji bo vegera malên xwe, ji nû ve zindî bûn. Di 10`ê Adarê de, karwanek ji 400 malbatan gihîşt bajarê Efrînê, li wir bi germî hatin pêşwazîkirin. Ev gav destpêka qonaxek nû ber bi bidawîkirina êşa koçberan, vegera şêniyên resen bo bajarê xwe û vegerandina nasnameya dîrokî û çandî ya Efrîn nîşan da.

Li gorî agahiyên ku me ji Meclisa Koçberên Efrîn û Şahbayê wergirtine, hejmara malbatên koçber li Rojava 12 hezar malat e, hemû li benda vegera bajarê Efrînê ne.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku şêniyên ji herêmên cûda yên Sûriyeyê hatine Efrîn vegeriyane deverên xwe yên resen, lê hin Erebên ji Dêrazorê mane. Li gorî texmînan, rêjeya Kurdan niha li Efrînê sedî 77 zêdetir e.

Şêxo destnîşan kir ku hin niştecihên ku malên Kurdan dagir kirine ji bo valakirina wan pereyan dixwazin. Şêxo got, "Ji xelkê Efrînê re hatiye hişyarkirin ku pereyan nedin kesî."

Di dawiyê de, Îbrahîm Şêxo hêviya xwe anî ziman ku pirsgirêka koçberan çareser bibe û got, "Vegera xelkê bo bajarê xwe û axa xwe, axa bav û kalên xwe, gaveke girîng û serkeftinek dîrokî ye. Ew nasnameya Efrîn vedigerîne û dara zeytûnê, ku sembola aştiyê ye, vedijîne."

(k)

ANHA