Dayika dîlgirtiyekî: Malbatên dîlgirtiyan li benda vegera zarokên xwe ne

Fadiya Mihemed a dayika şervanê QSD'ê yê dîlgirtî Ranî Ebdulqehar Mihemed diyar kir ku ji 17'ê Çileyê ve agahî ji kurê wê nayê wergirtin û diyar kir ku malbatên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne.

Dayika dîlgirtiyekî: Malbatên dîlgirtiyan li benda vegera zarokên xwe ne
18 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Dayika şervanê QSD'ê yê dîlgirtî Ranî Ebdulqehar Mihemed Fadiya Mihemed diyar kir ku ji 17'ê Çileyê ve dema ku kurê wê li Dêr Hafirê bû, agahî jê nayê wergirtin.

Fadiya Mihemed ji ber wernegirtina agahiyan ji kurê xwe fikarên xwe anî ziman û got kurê wê 27 salî ye, ji 8 salan ve şervanekî QSD'ê ye, parastina kampa Holê dikir û di dawiya 2025'an de çû Dêr Hafirê.

Fadiya Mihemed got: "Nêzî 5-6 mehan kurê min çûbû Dêr Hafirê. Dema ku tevlihevî li wir çêbû, roja 17'ê Çileya îsal piştî nîvro agahî jê qut bûn."

Fadiyayê diyar kir ku herî dawî dema jinûve bicihbûna hêzan, dîmenekî kurê wê û hevalên wî li ser medyaya dîjîtal belav bû û ji wê demê ve agahî jê wernegirtine.

Dayika Ranî Mihemed herî dawî got: "Li gorî me ji xelkê derdorê bihîst, dibêjin kurê min li bajarê Helebê ye. Lê ev agahî ne pişrast in. Dibe ku li wir dîlgirtî ye. Daxwaza min ew e ku kurê min vegere. Cejn tê, lê dilê dayikan li ser zarokên wan ên dîlgirtî dişewite. Ne roja me roj e û ne jî şeva me şev e. Em dixwazin hemû dîlgirtî bi xêr û silametî vegerin."

(bb)

ANHA