Li Siwêdayê nuqteyên Parêzvanên Niştîmanî hatin topbarankirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li Til Hedîd bi cih bûne nuqteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên li Kargeha Komirê ya gundewarê Siwêdayê topbaran kirin.

Li Siwêdayê nuqteyên Parêzvanên Niştîmanî hatin topbarankirin
15 kanûn, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li Til Hedîdê bi cih bûne bi çekên giran nuqteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên li eniya Kargeha Komirê topbaran kirin.

Nûçegihan diyar kir ku ji eniya Kenakir-Resas ve dengê guleyan ber bi nuqeteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmnanî ve hat bihîstin, hêzan jî bi çekên giran bersiva êrişê da.

(fr)