Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava herikîn meydanan

Li Barcelona, Atîna, London û bajarên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li meydanan in.

Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava herikîn meydanan
1 sibat, 2026   00:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji dema êrişên dijî Rojava dest pê kirine ve li dijî van êrişan û zihniyeta qirkir li qadan in. 

BARCELONA

Li Barcelonayê, di pêşengiya Civaka Kurd a Barcelonayê ji bo êrîşên li ser Rojava şermazer bikin û di derbarê rewşa dawî ya Rojava de agahî bidin panelek lidar xistin. Sedan kes tevlî panelê bûn û di panelê de nîqaşên girîng hatin meşandin. Di panelê de ser nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jenkîdar û endama Akademiya Jinelojiyê Nora Merîno axivîn.

Di panelê de êrîşên ji 6’ê Çile ve hatin dest girtin û rewşa gelê Rojava hate vegotin. Her wiha êrîşên li jinên Kurd û şervanên YPJ’ê bi awayek berfireh hate nirxandin. Endama Jinelojiyê Nora Merîno di axavtina xwe de got, “Ev êrîş tenê li ser jinên Rojava naye kirin, di şexsê wan de li ser hemû jinên cihanê tundî û zihniyeta mêr ê serdest tê ferzkirin. Nihal i Rojava di pêşengiya YPJ’ê û YPG’ê de berxwedanek dîrokî tê kirin. Di encamê vê berxwedanê de jî gelê Kurd destkeftiyên xwe parastin û hîna jî ev berxwedan didome. Divê li Sûriyê zihniyeta HTŞ û DAÎŞ’ê ya ku dewleta Tirk piştgirî dide û birêxistin dike ji holê rabe. Heta ev hişmendî ji holê ranebe li Rojhilata navîn azadiya gelan ne pekan e.”

Di dawiya panelê de jinên ku beşdarî panelê bûn ji bo Rojava û jinan peyama piştgiriyê şandin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî, şoreşger û komên piştevaniyê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û gefên li ser Kobanê, meşekî li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Atinayê pêk hat.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Free Kurdistan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihîşt pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê Atînayê, ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre, di axaftinan de, DYA, Yekîtiya Ewropayê û hêzên hevkar bi gotinên tund hatin rexnekirin.

Nûnerê PYD’ê Dr. Îbrahîm Muslim, rejîma Sûriiyeyê û dewletên navneteweyî ku piştgirî dide wan rexne kir.

Endama People’s Caravan û Jineolojiya Elmanyayê, Corîna bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û wiha got, “Em ê heta dawî li kêleka tevgera Kurd û Şoreşa Rojava bin. Jin, Jiyan, Azadî.”

Li ser navê DKP-BOG’ê jî Ecevît Pîroglû axivî û wiha got, “Ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başûr, li dijî emperyalîzmê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ketiye.”

Çalakî bi bangên mezinkirina piştevanî û têkoşînê bi dawî bû.

LONDON

Li Londonê, bi hezaran Kurdistanî wekî berdewamiya çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava, li pêşiya stasyona Dalston Junctionê kom bûn.

Girseyê, bi dirûşmeyên, “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Bijî Kurdistan” berxwedana gel û şervanên Rojava silav kirin. Pankartên ku gel û şervanên Rojava silav dikin û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Parlamenterê Labour Parti Hackney, Meg Hiller tevlî çalakiyê bû û axaftinek kir. Hilleer bilêv kir ku ew bi saya berxwedana Kurdan a li Rojava û têkoşîna wan a li Sûriyeyê, di kolanan de bi ewle dimeşin û wiha got: “Kurdan pir nirx dan vê mirovahiyê. Niha dema xwedîderketina li Rojava ye.”

Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd jî Saît Suruç û Nejla Arî axivîn. Suruç û Nejla Arî diyarkirin ku Rojava li dijî xiyanet û êrîşên hov berxwedaneke dîrokî pêşkêş kiriye  wiha got, “Berxwedana azad dikek. Rojava biparêze û mirovahiyê azad bike.”

Piştî meşê, bi hezaran kes bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan ber bi Herêma Stanford Hillê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin. Çalakî li Stanford Hillê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

BRIGHTON

Li bajarê Brighton ê Îngilîstanê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst, li Churchill Square li hev civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseyê bang li Îngilîstanê kir ku li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê bikeve tevgerê.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava” û “Hands off Rojava” bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava.

Axaftvanên çalakiyê, bi bîr xistin ku Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê 15 hezar şehîd da û destnîşan kirin ku hemû mirovahî û alîgirên azadiyê xwedî berpirsyariya parastina Rojava ne.

Piştî axaftinan çalakî bi peyamên piştevaniyê bi dawî bû.

Di meşên ku li bajarên Brest, Nantes, Rennes û Mulhouse’ê hatin lidarxistin de, Kurdan û dostên wan destnîşan kirin ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava têkoşîna xwe bidomînin.

BREST

Li bajarê Brestê yê Fransayê bi armanca piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gelê Demokratîk a Brestê hat organîzekirin, li Meydana Place de Liberté dest pê kir, li dirêjahiya kolana Rue Siam berdewam kir û li herêma Recouvrance bi axaftinan bi dawî bû.

Di dema meşê de sloganên “Piştgirî ji bo Rojava” hatin berzkirin û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Demokratîk a Lorientê û saziyên wekî UCL (Union Communiste Libertaire) û Révolution Permanente jî piştgirî dan çalakiyê.

NANTES

Li bajarê Nantesê yê Fransayê, Kurdistanî û derdorên piştgiriyê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û planên tasfiyeyê daketin qadan. Bi hezaran kesên ku saet di 15.30’an de li Meydana Commerce civiyan, bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” daxwazên xwe anîn ziman.

Girseya gel ji Meydana Commerce heta Château des ducs de Bretagne meşiya. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku peymana di navbera Rêveberiya Xweser û otorîteya navendî ya Sûriyeyê de bi tenê têrê nake; heta ku Rêveberiya Xweser bi qanûnên neteweyî û navneteweyî neyê mîsogerkirin, rîsk wê berdewam bikin. Li ser navê Meclîsa Nantesê, Çekdar Amanos axivî û bang li gel kir ku her dem li qadan bin û got: “Em dijminê xwe nas dikin.”

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê, îro zêdetirî 1000 kesî beşdarî meşa li dijî êrîşên ser Rojava bûn. Çalakî li Place du Colombier bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi Fransî dest pê kir. Hat gotin ku hedefgirtina sivîlan û zarokan “sûcê şer” e.

Beşdaran sloganên wekî “Solution politique pour le Kurdistan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Erdogan” berz kirin. Li Meydana Place de la République, zarokan ji bo bîranîna zarokên li Rojava hatine qetilkirin nîşandanek pêşkêş kirin û balonên aştiyê berdan ezmên.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouseê di 31ê Rêbendana 2026an de bi hezaran kes bi dirûşma “Rojava Biparêze û Xwedî Lê Derkeve” civiyan. Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Beşdaran alayên YPG, YPJ û herêma Kurdistanê hildan û bal kişandin ser sûcên HTŞ/DAÎŞ’ê yên li dijî mirovahiyê.

Nûnerên Partiya Komunîst, NPA-Révolutionnaire û Komeleya Mafên Mirovan jî beşdar bûn û diyar kirin ku ew di her şert û mercî de li kêleka gelê Kurd in. Hat destnîşankirin ku divê li şûna fîgurên wekî Colanî, gelê Rojava yê ku nirxên demokratîk û azadiya jinê diparêze bibe muxatab.

BESANÇON

Li bajarê Besançonê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava li qadan bûn. Meşa ku bi pêşengiya jin û ciwanan birêve çû, veguherî mîtîngekê. Beşdaran sloganên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Rojava ji bo demokrasiya herêmê û azadiya jinê modeleke bêhempa ye.