Li bajarê Şemzînanê yê Bakur meşa ji bo Rojava

Li Şemzînanê bi pêşengtiya ciwanan li dijî erîşên ser Rojava meş hat lidarxistin.

Li bajarê Şemzînanê yê Bakur meşa ji bo Rojava
31 ÇILE, 2026   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Navşarê ya Şemzînan a Colemêrgê bi pêşengtiya ciwanan li dijî êrişên ser Rojava çalakî hat lidarxistin. Girse bi pêxistina meşaleyan dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de strana “Bijî bijî Rojava” hat gotin.

Piştî demekê polîs pêşiya meşê girt û nehişt girse bimeşe.