Li gelek welatan Newroz bi coş hat pîroz kirin

Li gelek welatan gelê Kurd û dostên wan bi wesîleya Cejna Newrozê derketin qadan. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku Newroz nîşana berxwedanê û têkoşîna azadiyê ye.

Li gelek welatan Newroz bi coş hat pîroz kirin
22 adar, 2026   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Seran serê cîhanê gelê Kurd û dostên wan bi wesîleya Cejna Newrozê li qadan cihên xwe girtin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku Newroz berxwedan û têkoşîna azadiyê ye.

LÎVERPOOL

Li bajarê Liverpoolê yê Ingilistanê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de agirê Newrozê hat dadan. Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin de beşdariyeke zêde hebû û li qadê peyamên coş û yekîtiyê derketin pêş.

Beriya vêxistina agir di axaftinekê de hat destnîşankirin ku Newroza îsal dê bibe “Newroza azadî û yekîtiyê”. Di axaftinê de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê û behsa berxwedana kesên mîna Sema û Mazluman ku di oxira Newrozê de bedenên xwe dabûn ber agir hat kirin.

Di axaftinê de her wiha hat diyarkirin ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan yek ji daxwazên bingehîn ên gel e û hat îfadekirin ku Newroz dê bibe pêvajoyeke ku ev daxwaz hîn bi xurtî bibe xwedîderketin.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat destnîşankirin ku divê têkoşîna rêxistinkirî were mezin kirin û banga yekîtî û piştgiriyê hat kirin. Hat diyarkirin ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de sembola berxwedan û lêgerîna azadiyê ye.

Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê zarokên ku unîformayên YPG û YPJ’ê li xwe kiribûn ve hat dadan. Bi geşbûna agir re girseya li qadê dest bi govendê kir û pîrozbahî berdewam kir.

Hat dîtin ku piranîya beşdarên çalakiyê kincên herêmî li xwe kirine û Newroz bi ruhekî hevdîtina çandî û civakî hatiye pîrozkirin.

SHEFFIELD

Li bajarê Sheffield ê Ingilistanê Newroz bi tevlîbûna nêzî hezar kesan bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Sheffieldê hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

 Piştî rêzgirtinê, li qadê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Jin, Jiyan, Azadî” ve “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

 Di pîrozbahiyê de endamê Meclîsa Gel a Sheffieldê Zerdeşt Horamî axivî. Horamî destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe Newroza “Azadî û yekîtiyê.” Di axaftinê de îşaret bi karekterê dîrokî û berxwedêr a Newrozê hate kirin û di şexsê Sema û Mazlûman de berxwedana fedayî ya kesên ku di oxira Newrozê de cane xwe dane ber agir hate bi bîr anîn.

 Her wiha hate diyarkirin ku yek jî daxwazên bingehîn ên gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û hate bilêvkirin ku ev Newroz wê bibe destpêka pêvajoya têkoşînê ku zêdetir xwedî li daxwaza navborî were derketin.

Piştî axaftinê, li qadê stranên Newrozê hatin lêxistin û beşdaran govendê gerandin. Di berdewamiya pîrozbahiyê de bi pêşengiya Komuna Jinan a Sheffieldê agirê Newrozê hat pêxistin.

 Di tevahiya pîrozbahiyê de ruhê yekîtî û berxwedanê derket pêş. 

 SYDNEY

 Li bajarê Sydney yê Awistralyayê, Kurdistaniyên ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Sydneyê kom bûn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Agirê Newrozê, ji bo temsîliyeta yekîtiya neteweyî, ji aliyê çar jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hat vêxistin.

 Di çalakiyê de peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dengê wî hat guhdarkirin. Hevserokê NCDK’ê Tîmur Tatvan di axaftina xwe de bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê û got: “Agirê ku Mazlum Dogan li zindana Amedê vêxist, îro di destê milyonan de veguherî meşaleyeke ku qet venamire.”

 Senatorê Partiya Keskan a Awistralyayê David Shoebridge jî beşdarî pîrozbahiyê bû û wiha got:

 “Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku ez vê êvarê li vir bi civaka kurd re Newrozê pîroz dikim. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Ez hêvî dikim Newroz ku serkeftina ronahiyê ya li dijî tariyê ye, bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan da ku pêvajoya çareseriya demokratîk di şert û mercên azad de bimeşîne. Ez hêvî dikim ev sal bibe sala ku gelê kurd mafê xwe yê diyarkirina qedera xwe bi dest bixe.”

 Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awistralyayê Brûsk Ayverî jî di axaftina xwe de daxwaz kir ku Newroz ji bo her çar parçeyên Kurdistanê azadiyê bîne.

 Piştî axaftinan, girseya ku li dora agirê Newrozê kom bû, bi muzîkê re govend gerandin û pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir. Di çalakiyê de ku atmosfereke pir bi coş lê hebû, peyamên yekîtî, piştgirî û azadiyê derketin pêş.

PARÎS

 Newroza ku îsal li paytexta Fransayê, Parîsê bi coşeke mezin hat pîrozkirin, bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan li Meydana République pêk hat. Pîrozbahiyên ku nîvro dest pê kirin, bi axaftinên ku di nava rojê de berdewam kirin, konsertên muzîkê, govend û diruşman veguherî şahiyeke gel. Li qada ku bû qada dîmenên rengîn, peyamên yekîtî, berxwedan û azadiyê derketin pêş.

 Bername saet di 12.00’an de bi axaftina destpêkê ya Hevserokên CDK-F’ê Fevziye Erdemirci û Azad Dogan dest pê kir. Di axaftinan de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê, ruhê berxwedanê yê ji bo gelê Kurd û hewcedariya bi yekîtiya neteweyî.

 Piştre Koroya Parîsê ya ku di bin banê Tev-Çandê de xebatên xwe dimeşîne derket ser dikê. Koroyê bi berhemên ku pêşkêş kirin coşa li qadê mezin kir û ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.

 Di bernameyê de endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Nûnerê Rojava yê Parîsê jî Newroza gel pîroz kirin û peyamên siyasî yên rojê parve kirin. Zubeyîr Aydar di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser gotina “Kurdistan yek e” û got ku têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçeyan, li dora qedereke hevpar û xeteke berxwedanê ya hevpar teşe digire. Aydar anî ziman ku li qadên Newrozê lihevhatina bi milyonan kesan bi heman diruşm û daxwazan, nîşaneya herî xurt a daxwaza yekîtiya neteweyî ye.

 Aydar diyar kir ku heta statûya Rojava li Sûriyeyê bi mîsogeriya destûrî û siyasî neyê girtin, wê têkoşîn berdewam bike. Li gel vê, Aydar bal kişand ser geşedanên li Rojhilat û Başûr jî û diyar kir ku pêvajoyên siyasî yên li Îranê û rîskên şerê herêmî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê gefên cidî dihewînin. Wî got ku Newroza îsal a ku di bin siha şer, krîz û pevçûnan de tê pêşvazîkirin, divê di heman demê de bibe Newroza banga azadiyê û vîna berxwedana hevpar.

Yek ji diruşmên herî zêde li qadê derket pêş “Kurdistan yek e” bû. Girseya ku li dora vê diruşmê bû yek, hem daxwaza yekîtiya neteweyî hem jî dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re bi xurtî nîşan da. Pankartên hatin vekirin, flamayên hatin hilgirtin û diruşmên hatin qîrîn careke din nîşan dan ku Newroz ne tenê cejneke çandî ye, di heman demê de rojeke helwesta siyasî û bîra civakî ye.

STOCKHOLMÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya deh hezar kesî pêk hat. Li gel alên YPG û PJAK'ê posterên Rêber Apo li salonê hatin hildan. Pîrozbahiyê bi sirûda 'Ey Reqîp' destpê kir.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê Menîce Yîgît axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke krîtîk a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn Newrozê pêşwazî dikin. Menîce Yîgît diyar kir ku wan li Skandînavyayê bi dehan salan gelek caran Newroz pîroz kirin, lê belê di Newroza îsal de gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.

Nivîskar û şoreşger Fûat Kav jî beşdarî pîrozbahiyê bû û got, "Em dixwazin Newroz ji niha û pê ve bibe sembola aştî û xwişk-biratiyê. Em dixwazin Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Ji bo aştî, xwişk û biratiyê ev yek şert e."

Fûat Kav ragihand ku wezîfeyên gelekî girîng dikeve ser milê gelê Kurd û wezîfeya herî meizn jî yekîtiya neteweyî ye.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe li ser Girê Strefi Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan bernameyê destpê kir û peyama Newrozê ya Rêber Apo hate xwendin.

Pîrozbahiyê bi stranên hunermend Rotînda destpê kir. Girseya gel dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" qîriya.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Îsmet Akkûrt axivî, işaret bi destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku bi têkoşîn û berxwedanê hatin bidestxistin û li hemberî gefên heyî banga xwedîderketina li van destketiyan kir. Akkûrt destnîşan kir ku Newroza sala 2026'an wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.

Bi navê DKP-BOG'ê Ecevît Pîroglû axivî û destnîşan kir ku tifaqa stratejîk a bi gelê Kurd re wê dewam bike û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd azad nebe kes azad nabe."

Di çalakiyê de peyama çalakgerê greva birçîbûnê aristotalis Chatiz ê Malên Penaberan ên Dagirkirî (prosfygika) hate xwendin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora êgir, muzîk, dirûşm û fîşekên hewayî heta derengiya şevê dewam kir.