Gerîlayên Azadiyê bi stran û govendê Newroz pêşwazî kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi dadana agirê Newrozê, stran û govendê peyama hêvî û azadiyê dan.

Gerîlayên Azadiyê bi stran û  govendê Newroz pêşwazî kirin
22 adar, 2026   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş pîroz kirin. Agirê ku li nuqteyên cuda yên çiyê hate dadan şev ronî kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi stran û govendê Newroz pêşwazî kirin.

Gerîla li dora agirekî mezin li hev civiyan, li ber stranên Newrozê govend gerandin berxwedan û hêviya paşerojê ji çiyê li seranserê Kurdistanê belav kirin.