Li ser şopa Zenûbiya kombûna jinan

Jinên ji Minbic, Dêrazorê, Reqa û Tebqayê ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bûn, li dijî her cure tundî û pirsgirêkên civakî di nava Kombûna Jinan a Zenûbiya de têkoşîneke birêxistinbûyî dimeşînin.

Li ser şopa Zenûbiya kombûna jinan
21 mijdar, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN - SILAVA EBDIREHMAN

Li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bûne, bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Suryan û Ermen ji pirsgirêkên civakî re çareserî tên peydakirin.

Piştî rizgarkirina Minbicê (2016), Tebqayê (2017), Reqayê (2018) û Dêrazorê (2019), bi serkêşiya Kongra Star yekemîn meclisên jinan û malên jinan hatin avakirin û jin hatin birêxistinkirin. Paşê, bi berfirehbûna herêmên rizgarkirî re, rêxistineke sîwanî pêwîst bû.

Li gorî vê yekê di 1’ê Hezîrana 2021’an de kongreyeke li kantona Reqayê bi beşdarbûna 150 jinan hate lidarxistin û Kombûna Jinan a Zenûbiya hate îlankirin.

LI SER ŞOPA ZENÛBIYAYÊ

Kombûna Jinan a Zenûbiya navê xwe ji Zenûbiyayê ya şahbanûya şervan a Împaratoriya Palmîrayê digire. Ew împaratorî di pirtûkên dîrokê de wek "sembola dilsoziya jinan ya bi xak û mirovan re" tê binavkirin û li bajarê Palmîra ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dida tune bikin, hatibû avakirin.

Li navendên wê yên li Minbic, Tebqa, Dêrazor û Reqayê jinên Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen û hemû pêkhateyên din, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wekî şîdet, zewicandina zarokan, pirhevserî, kuştin, berdan, mîras û welayetê xebatan dimeşînin. Ji bo guhertina zîhniyeta baviksalar jî têkoşîneke birêxistinbûyî dimeşînin.

Kombûna Jinan a Zanûbiya bi 248 jinan li 4 navendan (Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê) û 11 komîte (Edalet, Perwerde, Malbatên Şehîdan, Aborî, Çapemenî, Parastin, Dîplomasî, Darayî, Ragihandin, Tenduristî û Çand û Huner) hatiye birêxistinkirin.

ZÊDETIRÎ 2 HEZAR PIRSGIRÊK ÇARESER KIRIN

Li gorî bîlançoya kombûnê di navbera 1 Çile-31 Cotmeh 2024'an de, ji 4 hezar û 605 pirsgirêkên ji wan re hatine, 2 hezar û 44 heb hatine çareserkirin, 478 heb tên şopandin û 981 pirsgirêk jî sewqî Dîwana Edaletê ya Jinan kirin.

Endama meclisa kombûnê Jiyan Dêrik, xebatên kombûnê ji ajansa me re nirxandin.

Jiyan Dêrik diyar kir ku Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser bingeha pêwîstiyên jinan ava bûye û got: "Li ku derê jin û zarokek hebe, Zenûbiya jî li wê derê ye. Her sal pirsgirêkên ji me re tên, zêdetir dibin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku di hemû êrişan de jin dibin hedef. Ne tenê jin, mêr jî tên cem me da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Kombûna me li pêşberî pirsgirêkan bi roleke aktîf radibe û di nava civakê de jî wek navnîşana çareseriyê tê dîtin.”

Jiyan Dêrik wiha behsa xebatên kombûnê kir: “Em hewl didin pirsgirêkên ku di civaka me de ji me re tên ragihandin, çareser bikin. Kombûna me ji bo her kesî hêviyekê çêdike. Em bi hevkariya dadgeriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixebitin. Dema tundî li jineke hate kirin, em ewilî dibin nexweşxaneyê û rapora derbkirinê werdigire. Piştre jî bûyer ji dozgeriyê re htê ragihandin û pêvajoya dadgehê dest pê dike. Nûnereke kombûnê dozê ji nêz ve dişopîne. Em ji hêla madî û manewî ve piştgiriyê didin jinan.”

‘KÎ TUNDIYÊ BIKE DÊ KOMBÛNA ME LI HEMBER XWE BIBÎNE’

Jiyan Dêrik diyar kir ku armanca Kombûna Jinan a Zenûbiya xwegihandina hemû jinan e û destnîşan kir ku ew ê li dijî her cure şîdetê tê bikoşin û wiha lê zêde kir: "Ji bo ku em li hev xwedî derkevin, divê em bêhtir xwe bi rêxistin bikin û mezin bikin. Em ê jinên ku dikarin xwe biparêzin, li her qadê bigihînin. Kî tundiyê bike, dê kombûna me li hemberî xwe bibîne. Jin azadiyê heq dikin, ji bo vê jî li her qadê berdêl dan. Jinên ku li dijî DAIŞ'ê şer kir, Zenûbiya ava kir. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em ê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têkoşîna xwe geştir bikin û em ê li her qadekê jî hebin.”

Sibe:Navnîşaneke têkoşîna li dijî tundiyê: Rêxistina Sara.

ANHA