‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ye’

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna wan berdewam e û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan a sereke ye.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ye’
21 mijdar, 2024   03:10
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker ferzkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Piştî hevdîtina dawîn a di navbera Rêber Abdullah Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan de desthilata Tirk careke din "cezayê dîsiplînê" li Rêber Abdullah Ocalan birî.

Şêniyên bajarê Girkê Legê li hember vê pergalê nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku dewleta Tirk gel dixapîne.

Şêniyê bi navê Fayiz Xelîl ê ji gundê Erûr got: "Em dixwazin ev pergal bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bi destxistin."

Xelîl wiha domand: "Dewleta Tirk bi temamî aştiya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş dike, red dike. Ji ber wê vê pergalê girantir dike û cezayên nû dibire."

Helîme Omer a ji gundê Sermisaxê jî got: "Li ser asta herêmê û cîhanê her kes banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike. Dewleta Tirk bi vê pergalê dixwaze vîna gelê bi ramanên wî ve girêdayî, bişikîne, Lê ew pêk nayê."

Salih Tehlo yê ji gundê Cîlka jî wiha axivî: "Hevdîtina dawîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbûye, têrê nake. Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan azad bibe."

Şêniyan destnîşan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê têkoşîn û berxwedan berdewam bibe.

(şx/k)

ANHA