Barrack: DAIŞ ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo DYAˊyê jî gef e

Tom Barrack têkildarî leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê hatine kuştin diyar kir ku “Êrişa li hemberî leşkerên me wê bê bersiv nemîne. DAIŞ ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo DYAˊyê jî gef e."

Barrack: DAIŞ ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo DYAˊyê jî gef e
14 kanûn, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletyên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yê Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack têkildarî kuştina 2 leşker û sivîlekî yên Amerîkayê li Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê ‘X’ daxuyaniyek da.

Barrack got: “Piştî rojekê ji destdana 2 leşkerên leheng ên Amerîkî û wergerek sivîl li Sûriyeyê di kemîneke terorîstî a tirsonek û şûnde em bi êş û biryardar in. DAIŞ ne tenê ji bo Sûriye ji bo DYA û hemû cîhanê gef e. Vê yekê careke din jî xwe da nîşandan.”