Gerîla SÎHA’yê bi tîpa AKINCI xist xwarê

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qendîlê SÎHA’yê bi tîpa AKINCI ya dewleta Tirk xist xwarê.

Gerîla SÎHA’yê bi tîpa AKINCI xist xwarê
16 adar, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, li Qendîlê ku girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, SÎHA’yê bi tîpa AKINCI ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hate xistin.

Hate diyarkirin ku enqaza SÎHA’yê ketiye bajarokê Bingird ya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê.