Li ser rêya tirênê ya Rûsyayê teqînek çêbû

Rûsyayê ragihand ku li ser xeta tirênê ya li herêma Voronezh a bi ser sînorê Ukraynayê ve teqînek çêbû.

Li ser rêya tirênê ya Rûsyayê teqînek çêbû
5 hezîran, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên Rûsyayê daxuyand ku, piştî çend rojan ji êrişa li dijî tora xeta tirênê ya li welat, îro teqînek li ser rêya tirên pêk hat.

Saziya ewlekariya hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma Voronezh a bi ser Ukraynayê ve, piştî demeke kin ji derbasbûna tirênê mayînek hat teqandin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Almanyayê, komîteya lêpirsînê ya Rûsyayê diyar kir ku wê der barê vê kiryara "terorîst" de lêpirsînek vekiriye.

Şaredarê Voronezh Alexander Gusev îro gotibû ku piştî ku ajokar zirarek di bingeha tirênê de dît, gelek tirên li beşa başûr a rêya tirênê hatin sekinandin.

Gusev ev bûyer bi şerê li Ukraynayê ve girê da û li ser telegrama xwe got, "Careke din dibêjim ku dijmin ji bo tirsê bixe nava niştecihan rêbazan bi kar tîne, ji ber ku nikare encamên mezin di qada şer de bi kar bîne."