Li Tartûsê xwediyê nivîsgeha hawirdekirin û hinardekirinê hat revandin

Komek çekdar li bajarê Tartûsê yê Sûriyeyê xwediyê nivîsgeha hawirdekirin û hinardekirinê û bi NY’yê re dixebite, revand.

Li Tartûsê xwediyê nivîsgeha hawirdekirin û hinardekirinê hat revandin
5 hezîran, 2025   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku komeke çekdar a rûgirtî ku ji 7 kesan pêk tê welatiyek 40 salî li kolana Meyselon a bajarê Tartûsê yê Sûriyeyê revand.

Li gorî çavkaniyan, revandî xwediyê nivîsgeha hawirdekirin û hinardekirinê ya li nêzî bendera Tartûsê ye û bi NY’yê re jî dixebite.

Der barê hûrgiliyên bûyerê de, dema xwediyê nivîsgehê vedigerî malê, komekê li pêş mala wî rêya wî birî, 3 caran bi qûntaxa qilêşê lê dabûn û dûre bi bikaranîna hêz xistin hundirê mala wî û piştre revandin û birin cihekî nediyar e.

Piştî derbasbûna 24 saetan di ser revandinê re, malbata wî bangên lezgîn ji aliyên taybet re kirin ku lêpirsîneke yekser vekin û aqûbeta wî aşkera bikin, her wiha kesên destên wan di revandinê de hene hesab bikin û mîna van bûyern gefan li ewlehiya sivîlan dixwin dubare nebin.

SOHR’ê duh diyar kiribû ku cîgirê îmamê Mizgefa Elî Bin Ebî Talib a li taxa Cami ya Tartûsê, Şêx Salih Siûd piştî 10 rojan ji revandina wî, hat berdan.

(fr)