Li ser rêya Şam-Derayê teqîn

Li Parêzgeha Derayê dengê teqînên li pey hev hat bihîstin. Tê texmînkirin ku deng ji ber teqîna depoyên çekan hatiye bihîstin.

Li ser rêya Şam-Derayê teqîn
16 nîsan, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji Derayê ji televîzyona Erebî re daxuyand ku li ser rêya Dera-Şamê, bi taybet li komelgeha Xezalî dengê teqînên li pey hev hat bihîstin.

Li gorî ajansa SANAˊyê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê di encama van teqînan de hejmarek qurbanî çêbûne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî texmîn kir ku dengên hatine bihîstin ji ber teqîna depoyên çekan in.

Sedemên van teqînan ka ji ber hedefgirtinê yan jî tiştekî din e nehatin bibîrxistin.

(fr)