Adonîs daxwaza pêkanîna qanûna "Mafê Hêviyê" kir

Helbestvan û rewşenbîrê Sûriyeyî Elî Ehmed Seîd (Adonîs), bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, daxwaza pêkanîna qanûna "Mafê Hêviyê" kir

Adonîs daxwaza pêkanîna qanûna "Mafê Hêviyê" kir
16 nîsan, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Helbestvan û rewşenbîrê navdar ê Sûriyeyî Elî Ehmed Seîd (Adonîs) daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were bidawîkirin û qanûna "Mafê Hêviyê" ji bo misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî piştî zêdetirî 27 salan di girtîgehê de were pêkanîn. Adonîs ev tecrîd wekî "binpêkirinek aşkera ya mafên mirovan ên bingehîn û nakokiyek li dijî prensîbên edalet û rûmetê ku rewşenbîrên azad li çaraliyê cîhanê ji bo wan tê dikoşin" bi nav kir.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatî weşandin Adonîs daxwaz kir ku bersivek cidî ji Bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatî kirin were dayîn û ew wekî "înîsiyatîfek dîrokî ku dikare asoyên nû ji bo çareseriyek aştiyane û jiyana hevbeş li herêmê veke" bi nav kir.

Adonîs diyar kir ku bicîhanîna vê bangewaziyê ne tenê daxwazek siyasî ye, lê belê erkek mirovî û exlaqî ye ku xizmeta nirxên azadî û aştiyê dike.

(fr)