Li ser rêya Şam-Derayê êrişî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kirin

Li ser rêya Şam-Derayê bombeyek bi erebeyeke leşkerî ya saziya Emîn El Dewle ya hikumeta Şamê de teqiya.

Li ser rêya Şam-Derayê êrişî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kirin
28 sibat, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Şam-Derayê û li nêzî bajarê Xirbet Xezale çekdarên nenas bombeyeke bi erebeyeke leşkerî ya saziya Emîn El Dewle ya hikumeta Şamê de teqand.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ambulans û erebeyên leşkerî çûne cihê bûyerê û da zanîn ku birîndar û kuştî hene.

Ji destpêka salê ve li gorî daneyên SOHR`ê li Derayê di 41 êrişan û teqînan de 57 kes hatine kuştin ku piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê, komên alîgirên wan û sivîl in.

(şx)