Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîna xwe ya 94`an li dar dixe. Çaverê ye qanûna kar û xebatên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bê erêkirin.

Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tê erêkirin
28 sibat, 2024   11:46
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi civîna xwe ya 94`an kir. 

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li kantona Reqayê li dar dikeve. Di civînê de Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk û endamên meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonan hazir in.

Di civînê de reşnivîsa qanûna kar û xebatên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ji 29 bendan pêk tê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman xwend.

Çaverê ye ji bo komîseriyê 20 endam bên hilbijartin, qanûna komîseriyê û endamtiya endamên Meclisa Gelên Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê erêkirin.

(şx)

ANHA