Li ser rêya Humis-Hemayê 3 kes hatin revandin

Li ser rêya Humis-Hemayê 3 welatî ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin. Hêzên hikumeta Şamê li cih bûyerê bûn lê mudaxele nekir.

 Li ser rêya Humis-Hemayê 3 kes hatin revandin
28 cotmeh, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, komeke çekdar duh bi şev li ser rêya Humis-Hemayê êrişî erebeyekê kir.

SOHRˈê diyar kir ku endamên koma çekdar 3 welatiyên di erebeyê de revandin û birin cihekî nediyar.

Hate ragihand ku bûyer li çerxerêya gundê Ferhaniya Rojhilat qewimî û hate destnîşankirin ku gundiyan newêrîbû nêzî cihê bûyerê bibin û endamên Firqeya 18ˈan a hikumeta Şamê mudaxele nekir.

Hate gotin, çavkaniyekî nêzî revandiyan ku ji Hemayê ne, polîs agahdar kirine û gotiye "Saziyên ewlehî û navendên polîsan ji bo lêgerîna li revandiyan tiştek nekiriye, lê gotin misyona wan qeydkirina agahdariyê ye û eger xwe gihandin cihên kesên ku revandine, dê agahiyan bidin malbatên wan."

(bb)