Pirsgirêka Kurd kete qonaxekê ku herçî çareser neke dê tepeser bibe - RAUF KARAKOÇAN

Pirsgirêka Kurd kete qonaxekê ku herçî çareser neke dê tepeser bibe - RAUF KARAKOÇAN
28 cotmeh, 2024   12:25

Pirsgirêka Kurd dîsa tevî hemû giraniya xwe ket rojeva Tirkiyeyê. Dema ku bi hemû aliyên xwe yên neyînî û erênî bê nîqaşkirin, sûdewar e. Serdemek hatiye ku êdî herçî xwe di vê mijarê de gotinên qerase û tewşomewşo bike, hema çi hat ser deve xwe bibêje, hem dê xwe hem jî siberoja Tirkiyeyê bixin nava tengasiyê. Şert û mercên navxweyî û derve êdî çareseriyê ferz dikin. Heke her kes dê li gorî kêfa dilê xwe biaxive, ev dê bibe îsrafa demê. Pirsgirêka Kurd ji înkarê veguheriye qebûlkirinê.

Partiya nîjadperest MHP’ê ev pirsgirêk xistiye rojeva xwe, ev jî bi tenê serê  xwe mijareke nîqaşkirinê ye. Kes nikare ji vê pirsgirêkê bireve; hema ev jî hatibe fêmkirin baş e lê dîsa jî têrê nake û kêmas e. Her wiha divê bê zanîne ku aliyê pêbaweriyê bide desthilatdarî ye. Ya ku şert û mercên ku PKK'ê tê de afirî çêkirin, dewleta Tirk bi xwe ye. Afirînera polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê dewlet e. Kurdên ku zext, şîdet û îşkence lê dikirin û komkujî, bêrûmetî û marjînalbûn lê ferz dikirin, ma dê li hember van pêkanînên dermirovî çi bikira? Ma dê gewriya xwe bida ber kêrê, yan dê têkoşîna hebûnê bikira? Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' divê bi rengekî mirovî, exlaqî û wijdanî bersivê bidin vê pirsê.

Niha, li şûna ku mirov zêde li ser dema borî sere xwe biêşîne, ji bo derxistina dersan hewcehî bi bîrxistinê heye. Di çapameniya Tirk de, dema behsa PKK'ê dikin bêyê gotina "terorîst" hema hevokek bi tenê jî nayê gotin. Eger PKK 'terorîst' be, ma hûn bê guneh in? Gelê Kurd kirin mêtingeh û her tişt lê kirin. Şerê taybet ê herî hovane kirin. Mirovên xwedî nêrîn û li ser vê mijarê diaxivin, divê hesabpirsîneke wijdanî û empatiyê bikin.

Şîdeta dewletê û şerê taybet her tim dijberên xwe çêdikein. Rê û rêbaza rizgarbûna ji vê yekê jî zelal e. Jê re dibêjin 'aştiyeke birûmet û çareseriya demokratîk'. Kesên rûmeta wan şikest xwaribe, heke bêrûmetiyê qebûl bikin, mirovbûna wan bi guman e. Dewletê ev aniye serê Kurdan. Heke tê xwestin çareseriyek çêbe, divê dewlet ji bo ku baweriyê bide, gavên şênber biavêje. Mîna ku ‘endameke çapemeniyê’ jî gotiye “gavên berbiçav tune ne, nermbûn dewam dike”, Kurd êdî ji vê têr bûne. Dema tinazên xwe bi aqilê mirovan dikin, her kes bi awayekî berdêla wê dide. Divê her kes ji retorîkên qure û tonazker dûr bisekine û her kes cidî be.

Hewldanên dewletê yên çareseriyê, kirin qurbaniyên hesabên siyasî. Divê mesele di ser partiyan re bê dîtin. Pêwîstî bi konsensusa hevpar a hemû partiyên li parlamentoyê xwedî temsîliyetê ne û beşên civakî heye. Ev jî têrê nake, ji bo pêvajoyê divê aliyekî sêyemîn jî tev lê bibe û her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkê ku divê ji aliyê zagonî ve bê misogerkirin, temînata destûrî hebe. Di hemû pêvajoyên aştiyê yan jî hewldanên çareseriyê de Kurd gelekî hatine êşandin.

Heta ku şert û mercên hiqûqî û siyasî yên Rêber Apo yê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de neyên mîsogerkirin, jixwe mirov nikare qala pêvajoyekê bike. Hemû pêkhateyên aliyê Kurd di pozîsyoneke wisa de ne ku Rêber Apo bikare vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe, teqez dê heta dawiyê bi vîna xwe ve girêdayî bin. Aliyê Kurd ji xwe bawer e û helwesta xwe jî zelal e. Jixwe Rêber Apo ragihandiye ku ew ‘xwedî hêza teorîk û pratîk e ku pirsgirêkê ji şîdetê dûr bixe’. Ev gotina Rêber Apo, li ser hemû avaniyên rêxistinî û gelê welatparêz ê Kurdistanê, bi taybetî jî gerîlayên ku bi qehremanî bi giyanê fedî li ber xwe didin,esas e.

Hevdîtina bi Rêber Apo re ya piştî bi salan, ji bo her kesî nîşaneya hêviyê ye. Peyama ku tecrîd dewam dike û çareserî neçar e, şert û mercên wî û berpirsyariya wî nîşan dide. Belê; çareseriya pirsa Kurd êdî mecbûrî bûye. Ev serdemek e ku kî çareser neke dê tepeser bibe. Ev gelekî zelal e. Lê ragirtina Rêber Apo di nava tecrîdê de, li dijî cewhera vî karî ye. Lazim e ev were fêmkirin. Hem samîmiyet hem jî cidiyet lazim e.

Niha dora dewletê ye. Rêber Apo xwedî hêz û îradeyeke tam e û ji raya giştî re jî aşkera kiriye. Kesên bang li Rêber Apo dikin, eger xwedî hêz û îrade bin, divê nîşan bidin ku dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.  Pêvajoya ceribandina samîmiyeta wan dest pê kiriye.

Divê kes li bende nebe ku yên li çiyê bên û teslîmî qaşo 'edalet'ê bibin, ew edaleta ku hikumet bi xwe jî guh nadiyê û biçin bikevin girtîgehan. Divê were bibîrxistin ku rêya aştiyê di wir re derbas nabe.