Li ser paşxaneya qetilkirina du ciwanan li Humsê çalakiyên bêdeng

Bi hezaran welatiyên mezheba Murşidî ji bo qetilkirina du ciwanan bi destê çekdarên nenas, du çalakiyên rûniştinê yên bêdeng li dar xistin.

Li ser paşxaneya qetilkirina du ciwanan li Humsê çalakiyên bêdeng
14 hezîran, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên mezheba Murşidî danê nîvro li taxa Kerem El Lloz li hundirê bajarê Humsê û li bajarokê Xesaniyê yê li gundewarê bajêr çalakiyên rûniştinê yên bêdeng li dar xistin. Ev çalakî ji bo şermezarkirina qetilkirina du ciwanên mezhebê ji aliyê çekdarên nenas ve di roja înê de, hatin organîzekirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li ser paşxaneya qetilkirina ciwanê bi navê Hadî Mihemed Qasim û Mihemed Welîd Derwîş du çalakî hatin lidarxistin. Ev ciwan ji cihê karên wan li nivîsgehek belavkirina "empêran" li taxa Edewiyê ya Humsê hatibûn revandin. Çekdaran kel û pelên di nivîsgehê de şikandin, motorsiklêt, laptop û pere dizîn.

SOHR’ê diyar kir ku piştî ew hatin revandin, di heman rojê de cenazeyên her duyan li pişt navenda tibî ya li taxa Xalidiyê hatin dîtin û rakirin nexweşxaneya El Zehra.

Çalakgeran ji rayedarên ewlehiyê yên li Humsê xwest ku yekser nasnameya kujeran aşkera bikin û radestî edaletê bikin û got divê ev binpêkirinên li dijî welatiyên mezhebê dubare dibin werin bidawîkirin û ew werin parastin.

Xelkê mezheba Murşidî di çend mehên borî de gelek çalakiyên protestoyî li herêmên cuda yên welat li hemberî binpêkirinên dijî cihên wan ên olî, li dar xistibûn. Her wiha ji dema hilweşîna rejîma Baas’ê di 8’ê Kanûna 2024’an de zêdetirî 60 kes ji heman mezhebê hatin qetilkirin.

(ac/fr)

ANHA