Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê îro qonaxa 4’an a projeya sererastkirina Dîwarê şûnwarî ya Reqayê da destpêkirin.

Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
Desteya Çandê dest bi qonaxa 4’an a sererastkirina Dîwarê Reqayê kir
14 hezîran, 2025   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwarê bajarê Reqayê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigere serdema yekemîn a Ebasiyan. Di sala 155 Hicrî/772 mîladî de hat avakirin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê piştî bidawîkirina qonaxa sêyemîn, îro (14’ê Hezîranê) ragihand dest bi qonaxa çaremîn a projeya sererastkirina dîwar kiriye.

Di vê qonaxê de wê ji nû ve avahiya hejmar 6`an û têketinên Dîwar, têketina Kolana El Mensûr, têketina Mizgefta El Mensûrî, Têketina Kolana 23`ê Sibatê û têketina Pîşesaziyê werin sererastkirin.

Ji dema destpêkirinê ve wê proje di heya 120 rojan de bi dewî bibe.

(ac/fr)

ANHA