Desteya Jîngehê ya Dêrazorê plana xwe ya 2025’na danî

Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê ku di destpêka Cotmeha 2024’an de hate nûkirin, planên xwe yên 2025’an ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezin ên jîngehê yên li herêmê, danî.

Desteya Jîngehê ya Dêrazorê plana xwe ya 2025’na danî
Desteya Jîngehê ya Dêrazorê plana xwe ya 2025’na danî
Desteya Jîngehê ya Dêrazorê plana xwe ya 2025’na danî
Desteya Jîngehê ya Dêrazorê plana xwe ya 2025’na danî
15 hezîran, 2025   03:45
DÊRAZOR

Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê plana xwe ya berfireh a parastina jîngehê danî.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê Mihemed El Mêzer ji ajansa me re axivî û got deste nû hatiye damezirandin û piştî dengdana Meclisa Gelan hevserokên wê hatin tayînkirin. Hevserokan yekser bi hevrêziya Meclisa Rêveber a kantonê dest amadekirina nivîsgehên xwe yên rêxistinî kir.

El Mêzer diyar kir ku desteyê budçeya xwe ya giştî ya 2025’an ji Meclisa Rêveber a Dêrazorê re rakiriye û ev budçe ji bo 5 projeyên xizmetguzariyê ye û wiha ne:

- Avakirina avahiyeke taybet bi desteyê.

- Avakirina laboratuwareke jîngehî ya giştî ku tê de alavên kîmyewî yên guncaw hebin.

- Avakirina projeya şitilgehekê.

- Dabînkirina mobîlya û pêdiviyên pêwîst.

- Anîna alavan ji bo piştgiriya xebata meydanî.

El Mêzer her wiha got: “Desteyê budçeya xebitandinê peyda kir û kredî ji hejmareke beşên girîng re vekirin, di nav de jî beşa ragihandinê, zanabûna jîngehê, beşa pîşeyî û beşa şitilgehê."

El Mêzer got niha deste di nivîsgeheke demkî ya avahiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê de dixebite, heta avahiya wê ya sereke ya li herêma Hisêniyê amade dibe.

Her wiha El Mêzer diyar kir ku wê deste pêdiviyên jîngehê yên giştî di tevahî sazî û desteyên girêdayî Meclisa Rêveber de bi cih bîne.

El Mêzer girîngî da hevkariya berdewam bi tevahî aliyan re û anî ziman ku Desteya Jîngehê bi Yekitiya Şaredariyan re pirsgirêkên paqijî û çopgehan û bi Desteya Tenduristiyê re ji bo xelasiya ji çopên tibî, hevkar e.

Li kêlek wê jî Desteya Jîngehê bi Desteya Aborî û Çandiniyê re der barê daristanan, avakirina şitilgehan û çandina çêrgehan de di nava xebatê de ye. Her wiha Desteya Jîngehê bi Desteya Sotemeniyê re hevkar e.

Hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed El Mêzer di dawiyê de got ji bo pêdiviyên jîngehê bi giştî li kantonê, dê xebatek zêde pêk bê ku aliyê jiyanî baş bibe û xweza ji bo nifşên siberojê werin parastin.

(ac/fr)

ANHA