Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn

Kenan Berekat di semînera li Qamişloyê de got "Divê em fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya xwendina pirtûkên wî û belavkirina wan, lê hûr bibin û bi xurtî doza azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
Li ser Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn
6 sibat, 2024   15:35
QAMIŞLO

Desteyên çandinî û aboriyê yên kantona Cizîrê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê semînerek da. Di semînerê de endamên her du desteyan û meclisên kantonê amade bûn.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û revandina wî di 15ˊê Sibata 1999ˊan de, semîner hat dayîn. Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat semîner da.

Destpêkê Kenan Berekat behsa siyasetên rejîmên desthilatdar ên li dijî gelê herêmê kir; ji komkujiyên Osmaniyan ên li dijî gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî heta bi siyasetên rejîma kapîtalîst ku Rojhilata Navîn parçe kiriye.

Kenan Berekat wiha axivî: "Ji nav van komkujî û qirkirinan diviyabû hişyariyeke nîştimanî ya dîrokî derketa, rêveçûn û qedera gelê Kurd û gelên herêmê biguherta. Ew hişyarî jî bi damezirandina PKKˊê bi destê Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. PKK ji damezirandinê ve di oxira azadiya gelên herêmê de tê dikoşe, bi têkoşîna çekdarî li hember siyaseta qirkirin û înkarê sekinî. Civakeke azad û şoreşger gihand. Ew civak li hember projeyên desthilatdariyê, bi taybet li hember projeya Rojhilata Navîn a Nû, bû mertal."

‘ARMANCÊN KOMPLOYÊˊ

Berekat behsa hin hûrgiliyên Komploya Navneteweyî û rola rejîmên navneteweyî lîstiye kir û wiha pê de çû: "Saziyên îstîxbaratê yên Amerîka û Îsraîlê komploya navneteweyî bi rê ve bir û tê de tevahî rejîmên ku siyaset û planên xwe li Rojhilata Navîn hene beşdar bûn. Da ku Rêber Abdullah Ocalan û tevgera rizgariya Kurdistanê li pêş xwe rakin, projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bînin û gelên herêmê kontrol bikin. Bi wê re tevahî balafirgeh li hember Rêbertî hatin girtin û li Nairobi hate revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hate kirin."

Li ser tiştên piştî komployê çêbûne Berekat wiha got: "Bi girtina Rêbertî û ferzkirina tecrîdê li dijî wî re, rejîmên komploger dest bi proje û destwerdanên xwe yên leşkerî kir; wekî dagirkirina Efganistan û Iraqê. Rêbertî jî ev bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kir."

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BERDEWAMA KOMPLOYÊ NE’

Kenan Berekat wiha pê de çû: "Ruxmî tecrîdê, fikrê Rêber Abdullah Ocalan di nava gelên bidnest de belav bûye. Gelên cîhanê, hemwextî krîzên rejîmên çewsîner dijîn, li dora fikrê neteweya demokratîk kom bûn. Ji lew re tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran kir."

Kenan Berekat diyar kir ku komploya navnetweyî heta roja îro bi rêya hedefgirtina projeya demokratîk a bi nûnertiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û wiha domand: "Hêz û dewletên beşdarî komployê bûne, di sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Kurdistanê de destekê didinê."

‘BI RÊYA BELAVKIRINA FIKRÊN RÊBERTÎ TÊKBIRINA KOMPLO Û TECRÎDÊ’

Kenan Berekat behsa pêngava cîhanê ya di 10ˊê Cotmeha 2023ˊyan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û rola gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê pêngavê de kir û wiha anî ziman: "Divê em xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de bi rêya xwendina pirtûkên wî û belavkirinê kûr bikin û bi xurtî tev li pêngavê û belavkirina fikrên Rêbertî bibin."

(fr)

ANHA