Li Qamişloyê 9 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin

Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê de 9 kesên bazirganiya madeyên hişbir dikir, hatin destgîrkirin.

Li Qamişloyê 9 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin
6 sibat, 2024   15:47
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonên xwe yên dawîn ên li dijî bazirganên madeyên hişbir de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Qamişloyê di operasyonên cuda de 9 kesên bazirganiya madeyên hişbir dikir an jî bi kar dianîn, destgîr kirine.

Hate ragihandin ku li gel kesên destgirkirî 22 hebên Captagon, 7 hebên Biyogablin, 121 gram heşîş, amûrên bikaranîna heşîşê, 24 gram eroîn û 50 dolarên sexte hatine desteserkirin.

Kesên destgîrkirî dê veguhêzin Dozgeriya Giştî.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku çi dema tevgerên bazirgan û firoşkarên madeyên hişbir bibînin, yekser bigihînin hêzên wan.