Guler û Guran bi serokkomarê Iraqê re

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak, piştî serokkomarê Iraqê, bi serokwezîrê Iraqê re jî civiyan. Tê gotin di civînê de serokwezîrê Iraqê binpêkirina serweriya Iraq redkiriye.

Guler û Guran bi serokkomarê Iraqê re
6 sibat, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak li Bexdayê ne. Guler û Guran piştî bi serokkomarê Iraqê re li Bexdayê civiyan, vê carê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re jî civiyan.

Der barê civînê de ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê di civînê de serokwezîrê Iraqê ji şandeya Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew binpêkirina serweriya welatê xwe red dikin û ji bo vê jî ew ê hemû tedbîran bigirin.

Li gorî agahiyan tê payîn Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bike.