Li ser benda kontrolê bûyera kuştinê: Lêpirsîn hat destpêkirin

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bûyera kuştina zarokekî ya li ser benda kontrolê tê lêpirsînkirin, wê hesap were xwestin. Fermandariyê ji malbatê re sersaxî xwest. 

Li ser benda kontrolê bûyera kuştinê: Lêpirsîn hat destpêkirin
4 tîrmeh, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 2’yê Tîrmehê (2025) li ser bendekeve kontrolê ya li bajarê Reqayê zarokê bi navê Elî Ebas El-Ewnî bi guleyekê birîndar bû. El Ewnî tevlî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.

 Derbarê bûyera ku lêpirsîna wê didome de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hêzên ewlekariyê hatiye weşandin de hat destnîşan kir ku endamekî hêzên ewlekariyê berpirsê vê bûyerê ye û piştû bûyerê reviya ye.

Di berdewama daxuyaniyê dehat diyarkirin ku li ser mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji bo girtina kujer were girtin, radestî edaletê were kirin û wiha hat domandin:

“Hêzên me tekez dikin ku ev kiryar bi ti awayî nûnertiya nirx û prensîbên saziya ewlekariyê nake. Ev sazî ji bo parastina sivîlan û ewlehiya wan, bi taybet ewlehiya zarokan hatiye avakirin.

Endamekî me berpirsyarê vê kiryara xemgîn bû û dema bûyer qewmî yekser ji erkê xwe reviya ye. Hêzên me ji kêliya destpêkê ve bi hemû derfetên xwe wî dişopînin da ku ew were girtin û radestî edaletê were kirin. Em dixwazin balê bikişînin ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji kêliya ku ev endam ji erka xwe reviya ye ve, bi hûr û kûr li ser mijarê lêpirsînan dikin.”

‘PIŞTPERDEYA WÊ TÊ LÊKOLÎNKIRIN’  

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîn hatiye kurkirin, bi taybetî piştperdeya wê tê vekolandin û wiha gotin: “Niha agahî tên berhevkirin û lêkolîn tê kirin da ku were zelalkirin ka ev kiryar bi awayekî pêşwext hatiye plankirin an jî ji aliyên neyar ve hatiye organîzekirin ku li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên me yên ewlekariyê bikar bînin.

Em eşkere dikin ku hemleyek medyayî ya sîstematîk ku ji hêla hin navgînên medyayî yên neyar ve hatiye destpêkirin, hemwextî bûyerê hatiye meşandin. Ji ber vê yekê gumanên li ser hebûna plansaziyek pêşwext ji bo vê kuştinê zêde kirine. Dibe ku kesek bi zanebûn ji bo avakirina kaosê, bê îstîqrarkirina ewlehiyê û gurkirina pevçûnên herêmî hatiye bikaranîn. Li gorî vê yekê, em pabendbûna xwe ya ji bo girtina hemû tedbîrên pêwîst diyar dikin. Em ê li gorî encamên lêpirsînê ewlehî û aramiya herêmên xwe were misoger bikin. Di vê kêliya bi êş de, em pabendbûna xwe ya tam a ji bo şefafî û cezakirinê dubare dikin, her binpêkirinek rêgezên exlaqî û qanûnî ya ji hêla endamên me ve dê were lêpirsînkirin, hesab ji wan bê xwestin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Elî Ebas El-Ewnî re sersaxî hat xwestin û hat gotin ku dê edalet bi ser bikeve û wê sûcdar hesabê bide.