Pêkhateya Suryan Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Pêkhateya Suryanî li bajarên Hesekê û Qamişlo bi du çalakiyan Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir û bi rêya van çalakiyan bal kişandin ser girîngiya zimanê Suryanî wekî beşek ji nasnameya çandî û olî.

21 sibat, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de Saziya Ulf Taû ya Suryanî û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryaniyan bi dirûşmeya “Zimanê me yê Suryanî… Nasnameya me… Pêşeroja me” çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya ku li salona Komeleya Xêrxwazî ​​ya Ermeniyan a bajarê Qamişlo hate lidarxistin de, bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryanî, saziy Beth Nehreyn û rewşenbîr, amade bûn.

Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryaniyan Cak Îşo der barê dîroka zimanê Suryanî di pêvajoyên dîrokê de semînerk da.

Endamê Sasziya Ulf Tau Gabî Îşo helbestên bi Suryanî pêşkêş kirin, piştre Koma Koroya Suryaniyan stran pêkêş kirin.

Çalakî bi govendên Koma Yirthoutha bi dawî bû.

Li bajarê Hesekê jî bi dehan Suryaniyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajêr, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr beşdarî semînera der barê zimanê Suryanî de bûn.

Mamosteya zimanê Suryanî Cumana Beho Osê di semînerê de li ser dîroka zimanê Suryanî û girîngiya wê weke faktora ku Asûrî, Suryanî û Kildaniyan digihîne hev axivî.

Cumana bal kişand ser wê yekê ku zimanê Suryanî, ku yek ji zimanên aramî ye, ji sedsala şeşan a berî zayînê heta niha bûye zimanê sereke li herêmên Mezopotamyayê, û hîn jî li hin deverên Sûriyeyê û Iraqê zimanekî girîng e.

 Çalakî bi xwendina helbestan û stranên folklorî yên Suryaniyan bi dawî bû.

Zimanê Suryanî ji sala 2014’an ve yek ji zimanên fermî yên li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(k)

Qamişlo

Hesekê