Li Selahedîn 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 2 jî birîndar bûn

Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Iraqê ragihand ku di encama operasyona duh li sînorê parêzgeha Selahedîn hatî lidarxistin de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

Li Selahedîn 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 2 jî birîndar bûn
20 adar, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê li sînorê parêzgeha Selahedîn ya li navenda Iraqê, kemînek li pêşiya 4 çeteyên DAIŞ’ê danîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên girêdayî Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî li herêma El-Tûzê şaneyek ji 4 çeteyên DAIŞ’ê pêk dihat bêbandor kirin û di encamê de yek jê kemera teqandinê gel heyî 2 çete hatin kuştin û 2 jî bi birîndar hatin girtin.