Li Şêladizê tevgera hêzên PDK’ê

Hate ragihandin ku danê sibehê hêzên çekdar ên PDK’ê li sînorê Şêladizê dest bi tevgerê kirine.

Li Şêladizê tevgera hêzên PDK’ê
31 adar, 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî wergirtine, danê sibehê hêzên çekdar ên PDK’ê li sînorê gundê Şêladizê yê bajaroka Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê dest bi tevgerek leşkerî kirine.

Li gorî heman çavkaniyan hêzên PDK’ê li sê cihên li sînorê Şêladizê li nêzîkî çiyayê Garê xwe bi cih kirine.

Beriya çend heftiyan beşek mezin ji hêzên PDK’ê di bin navê parasvanên sînor de li herêmên sînor ên Behdînanê hatibûn bicihkirin.