MSD’ê peyama cejnên Ekîto û Paskalyayê da

MSD’ê cejnên Ekîto û Paskalyayê li gelê Asûr û Suryan pîroz kir ku hêvî kir ku ev bone bibin wesîleya aştî û kêfxweşiyê.

MSD’ê peyama cejnên Ekîto û Paskalyayê da
31 adar, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya cejên Ekîto û Paskalyayê peyamek weşand.

Di peyamê de cejnên Ekîto û Paskalyayê li gelê Asûr û Suryan û tevahî mesîhên li Sûriyeyê hate pîrozkirin. Hêvî hat kirin ku ev cejn ji bo tevahî gelê herêmê bibin wesîleya xêr, aştî û kêfxweşiyê.

Di peyamê de hate gotin: "Cejnên Ekîto û Paskalyayê yek ji taybetmendiyên geş ên li welatê me Sûriyê ne, ji ber ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hemû pêkhateyan hêmbêz dike bi pirrengiya xwe tê naskirin. Ev taybetmendî rewşeke welê dewlemend e ku bandoreke erênî li berhemên çandî û fikrî yên gelê Sûriyeyê dike. Di heman demê de modeleke îstîsna ya jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê de îfade dike. Em hêvî dikin ku îsal bibe dawiya êşên li Sûriyeyê, gelemperiya herêmê û cîhanê.

Hêviya me ew e ku ji bo çareserkirina tevahî aloziyan û ji bo rawestandina şeran diyalog esas werin girtin û gavên dûrî destpotî, tundrawiyê û wêraniyê bên avêtin."

(bb)