AKP'ê bi berdêla 2 milyon lîreyî deng kirîn

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, li 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan îro hilbijartinên xwecihî pêk tên. Di hilbijartinan de li gel serokên şaredariyan her wiha 50 hezar û 336 keya, endamên meclîsa giştî ya bajêr û endamên meclîsa şaredariyê têne hilbijartin. AKP'ê bi berdêla 2 milyon lîreyî deng kirîn.

AKP'ê bi berdêla 2 milyon lîreyî deng kirîn
31 adar, 2024   11:01
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Namzetê AKP'ê yê Şaredariyê Davût Arzû li navçeya Çinarê ya Amedê doh bi keyayên gundên Halioren, Gorece, Dugruk û Îltaşê ji bo hezar û 200 dengî di berdêla 2 milyon lîreyî peymanek îmze kir. Di peymanê de tê gotin, pere wê ji îmamê taxa Haliorenê re bê dayin, lê belê eger hezar û 200 deng ji Davût Arzû yê AKP'yî re neyê dayin wê peyman bê betalkirin û pere neyê dayin.

09:33

DEM Partiyê têkildarî hilbijêrên sexte daxuyaniyek da

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş li ser veguhastina gelek hilbijêrê sexte li navçeya Stewrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bêrîtan Guneş bang li gel kir ku bi berpirsyarî rabe û got, "Çi dikin bila bikin wê îradeya vî gelî qezenç bike."

09:31

Serokê YSK'ê hîleyên hilbijartinê yên li Kurdistanê ji nedîtî ve hat

Serokê Desteya Hilbijartinê Bilind (YSK) Ahmet Yener: Li ser rewşa dawî ya li hemû bajar, navçeyan me agahî ji desteyên hilbijartinê wergirt. Niha bi rengekî bêpirsgirêk dengdan dewam dike. Înşaleh wê dawiya rojê dengdan bêpirsgirêk biqede û em ê derbasî jimartina dengan bibin.

Serokê YSK'ê veguhastina leşker û polîsan ji bo bajarên Kurdistanê ji nedîtî ve hat.

09:15

Li Qersê leşkerên ku ji derveyî bajêr bi mînîbusan hatin anîn, li Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê û Dibistana Navîn a Ataturk a li taxa Cûmhûriyetê deng bi kar anîn. Her wiha destûr nehate dayin ku dîmen bê kişandin.

Li gorî agahiyan li Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê 550 hilbijêrên ji derve hatine anîn qeydkirî ne.

09:01

Li bajarokê Bûlamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê hate tespîtkirin ku wezîfedarê bi navê Mûhammed Yilmaz 2 caran deng bi kar aniye. Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Er Erdal Şîrecî ya taxa Hacîlarê li sindoqa 1030'î wezîfedar Yilmaz hem li sindoqa qeydkirî hem jî li sindoqa bi hejmara 1031'ê deng bi kar aniye. DEM Partiyê ev yek ji desteya hiblijartinê re ragihand. Desteyê îtiraz qebûl kir û dengê hate bikaranîn pûç kir.

08:57

Li TOKÎ yên Şirnexê li Dibistana Seretayî ya Ûmût Tûncay û Dibistana Seretayî ya Edîpbaşar gelek leşkeran bi kincên xwe yên leşkerî deng dan. Li taxa Konûtê muşahît nexistin nava dibistanê.

Her wiha serê sibehê gelek otobus ketin nava Şirnexê. Li Dibistana Pîşeyî ya Keçan a Nazîmiye Demîrel û Lîseya Teknîkê leşkeran bi kincê xwe deng dan. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez ê  li dibistanê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

08:54

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, eşkere bû ku li Dibistana Seretayî ya Hîlallî û Dibistana Navîn a Ozmuşê bi rengekî komî dengdan hatiye kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan hat dibistanê, lê belê şaredarê heyî û namzetê şaredariyê yê AKP'ê Şeref Albayrak, parêzvan û alîgirên wî êrişî Omer Ocalan kirin.

Her wiha Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP'ê Şeref Albayrak tevî yên pê re ku 100 kes bûn, li taxa Talikanê li dibistana navîn hewl dan bi hev re deng bi kar bînin.

Muşahîdê DEM Partiyê xwest rewşê qeyd bike lê belê bi lêdanê telefona wî hate desteserkirin. Hate ragihandin ku jendermeyên dor li dibistanê girtin, wezîfedar hemû derxistin derve. Li vê derê dengdan hate rawestandin.

Li taxa Beresûr a navçeyê jî agahî tên ku bi rengekî komî deng têne bikaranîn. DEM Partiyê karên ne li rê yên li taxa Beresûrê qeyd kir.

08:41

Li Îdirê dîmenê leşker û polîsên ku ji bo dengdanê hatin anîn

 08:40

Leşker û polîs tevî AKP'iyan deng bi kar tînin

Li bajarokên Xirvate û Bajêrge yên navçeya Gever a Colemêrgê bi sedan leşker û polîsên hatin veguhastin bi rengekî komî deng bi kar tînin. Li Xirvateyê leşker bi wesayitên zirxî hatin, li bajarokê Bajêrgeyê jî tevî AKP'iyan deng bi kar anîn.

08:38

Li Pasûrê gel li ber dengdana leşker û polîsan rabû

Li navçeya Pasûr a Amedê li Dibistana Navîn a Ataturk, Dibistana Navîn a Seyrek, Dibistana Navîn a Hamzali Canaydin û Dibistana Navîn a Ûzûnovayê leşker û polîsên hatin veguhestin dest bi bikaranîna dengan kirin. Polîs û leşkerên ku kincên sivîl i xwe lirin bi mînîbusan ber bi dibistanan hatin veguhastin ku dengê xwe bi kar bînin. Gel li ber vê yekê rabû û nerazîbûn nîşan da.

08:32

Li Mêrdînê leşker û polîs deng bi kar tînin

Li navçeyên Kerboran û Stewrê yên Mêrdînê, leşker û polîs ji bo deng bi kar bînin bi komî anîn dibistanan. Li Lîseya Anadolû ya Kerboranê û Dibistana Navîn a Kerboranê leşker û polîs hatin tespîtkirin.

Wezîfedarên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Stewrê îtiraz li bikaranîna dengan a leşker û polîsan kirin. Li navçeya Stewrê li du dibistanan karê bikaranîna dengan hate rawestandin.

08:29

Li Îdirê li sindoqa bi hejmara 1016'an leşkerên ji derve hatine anîn, deng bi kar tînin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Îdirê bi hezaran leşkerî deng dide bikaranîn. Di dîmenan de ku gihîştin ANF'ê, leşkerên ku anîn Lîseya Emîn Guner Hatîp a li Îdirê ji bo deng bi kar bînin ketine rêzê. Bi taybetî leşkerên ji navçeya Aralikê hatin anîn bi çenteyê xwe yê ger û geştê deng bi kar tînin. Leşkerên ku li sindoqa bi hejmara 1016'an dengê xwe bi kar anîn, serê sibehê saet di çaran de çûn dibistana ku deng bi kar bînin. Hate ragihandin ku beriya saeta dengdanê destpê bike, leşkeran dengê xwe bi kar anîn. Li dibistana ku leşkeran deng dan tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin û destûr nehate dayin ku kes xwe nêzî dibistanê bike.

Li gorî agahiyan, gelek leşker serê sibehê bi balafiran anîn Îdirê.

08:05

Hevserokên DBP'ê: Em xwedî li sindoqan derkevin

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir li navçeya Rezan a Amedê deng dan. Hevserokan banga xwedîderketina li sindoqan kirin.

00:35

Li Agiriyê zevtkirina hilbijêrên qaçax

Li Agiriyê hilbijêrên qaçax ên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê hatin zevtkirin.

Danê êvarê gelek polîs û leşker weke hilbijêrên qaçax bi otobusan ber bi Agiriyê ve hatin şandin. Dîmenê vê yekê jî ji aliyê kesekî ve hate kişandin. Kesê ku dîmenê derbasbûna bi dehan otobusan kişand, anî ziman ku hilbijêrên qaçax ji polîs û leşkeran pêk tên û plaqeyên wesayitan jî parve kir. Şahid diyar kir ku di her rêya ber bi Agirî ve hilbijêrên qaçax têne veguhastin.

00:04

AKP'ê li Çinarê bi 2 milyonî deng kirî

AKP'ê li 4 gundên Çinarê hezar û 200 deng bi 2 milyon lîreyî kirî.

00:01

Li 30 bajarên mezin wê ji bo serokên şaredariyan dengdan bêne kirin.

Li tevahiya Tirkiyeyê Serokên Şaredariyên 30 Bajarên Mezin wê bi dengê hilbijêrên li bajaran bêne diyarkirin. Li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wanê hilbijêr ji bo hilbijartina Serokên Şaredariya Bajarê Mezin, endamên meclîsa şaredariyê, keya û şandeya extiyaran wê deng bi kar bînin.

00:01

Zêdeyî 61 milyon hilbijêr wê deng bidin

Ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bang li zêdeyî 61 milyon hilbijêrî hate kirin ku li nêzî 208 hezar sindoqan dengê xwe bi kar bînin.

Saeta dengdanê wê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê cuda, li rojhilat jî cuda be.

Ji ber saeta cuda ya hilatin û çûyîna ava ya rojê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzîrom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê dengdan wê saet di 07:00 de destpê bike û heta saet 16:00 wê dewam bike.

Li bajarên din jî wê dengdan saet di 08:00 de destpê bike û heta saet 17:00 dewam bike.