Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan

Rewşenbîrên kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkek helbestan li dar xist.‎

Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
Li Şehbayê şevbuhêrka helbestan
9 mijdar, 2023   19:25
ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkek helbestan li hola Axîn a navçeya Fafînê ya kantona ‎Şehbayê li dar xist.‎

Helbestvan Hemen Kurdaxî yê ji navçeya Şiyê ya Efrînî ku û 25 sal in li Almanyayê ‎dimîne jî di nav de, bi dehan rewşenbîr, helbestban, xelkê navçeyê beşdarî şevbuhrêkê bûn.

Hemen Kurdaxî  behsa berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê kir û wiha got: "Gelê Efrîn di nava 58 rojan de ‎berxwedaneke mezin da meşandin. Lê berxwedana wan a li Şehbayê ji bo vegerê xwedî wateyeke mezin e. Eşqa 25 salan, di dilê min de ye. Ez bi dîtina gelê xwe gelek kêfxweş bûm."‎

Dûre helbestvan Hemen Kurdaxî hin helbestên xwe xwendin.‎

‎(zş)

ANHA