′Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e′

Meclia Şiwrê ya Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bi diyalog û rêbazên aştiyane bibe mifteya çareseriya doza Kurd û bidawîbûna şerên li herêmê. Her wiha meclisê piştgirî da pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

′Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e′
′Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e′
′Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e′
9 mijdar, 2023   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Şêwirê ya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmeha borî de li 74 navendên seranserî cîhanê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hate kirin û hate gotin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojekê êrişî Tirkiyeyê nekiriye, her tim pabendî mafên parastina rewa û xweparastinê ye, lê belê dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek çavkaniya metirsiya li dijî xwe nîşan da û îdiayên nerast li dijî herêmê derxistin, armanc ji vê yekê jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a aştiyane ya pêkhateyên herêmê ye. Her wiha di encama van êrişan de êşên welatiyan zêde bûn û koçberî ji herêmên êrişan ber bi herêmên ewle ve çêbûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de nerazîbûna xwe li hember êrişan nîşan da û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan rawestînin û aloziyên herêmê bi rêbazên aştiyane çareser bikin.

Meclisê diyar kir ku gel berdêla şer û ajandeyên siyasî yên hêzên navneteweyî didin, ku şerê li Xezayê yê di navbera gelê Filistîn û yê Îsraîlê de ne şerekî musliman û cihûyan e, lê belê şerekî berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ye ku tenê sivîlên herêmê berdêla wî şerî didin.

Her wiha, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareserî di xwespartina ′peymana sivîl′ a serdema pêxember Mihemed de ye ku jiyaneke hevbeş pêk bê û hevqebûlkirinek hebe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in di girtîgehê de ye, dê bibe mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û dê aloziyên herêmê bi dawî bike, di vê çarçoveyê de jî Kongreya Îslama Demokratîk piştgiriyê dide pêngava cîhanî ya bi dirûşma 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî'.

(mh)