Li Erîşa çalakiyeke çandî hat lidarixistin

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Erîşa yê navçeya Şedadê ya Hesekê ji bo zîndîkirina mîrasa herêmê çalakiyeke çandê li dar xist.

9 mijdar, 2023   18:22
HESEKÊ

Çalakî li pêş Meclisa Bajarokê Erîşa ya Şedadê hate lidarxistin û di çalakiyê de komek hunermend, helbestvan û xelkê herêmê beşdar bûn.

Çalakî bi xwendina komek helbestên folklorîk ku mîrasa manewî û madî ya navçeyê nîşan didin, dest pê kir.

Dûre endama Komîteya Çand û Hunerê ya Erîşa Meryem El Elî li ser armanca wan ji lidarxistina van çalakiyan axivî û wiha got: "Armanca me mîrasa kevn bi rêya pêşkêşkirina mîrasa gel ku di nava helbestvanên herêmê de cihekî girîng girt, zindî bikin."

Meryem got: "Em dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku li gel me mîraseke hunerî ya dewlemend û curbecur heye û pêdivî bi parastina wê heye."

Her wiha di çalakiyê de konek hate vedan û di bin konê de rûniştineke erebî hebû, hesp, destar, sorkiringeh û alavên folklorîk ên nasnameya herêmê nîşan didin hebûn.

(fr)

ANHA