Li Şehbayê Konferansa 9ˊemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba  bi dirûşma "Bi pêşengtiya Malbatên Şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikin" konferansa xwe ya 9ˊemîn li dar xist.

13 tîrmeh 2024   21:00
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba konferansa xwe ya 9’emîn bi dirûşma " Bi pêşengtiya Malbatên Şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikin " li dar xist. Konferans li hola Mîtan a bajarokê Ehdasê bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, mevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û  partiyên siyasî hat organîzekirin.

Di konferansê de endama rêveber a Meclisa bajarokê Til Rifetê ya Kantona Efrîn û Şehba Newroz Efrîn nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de xwendin.

Her wiha bi her du zimanên kurdî û Ereb rapora du salan a meclisê ji hêla mamosteya zimanê kurdî Ronahî Sîdo û endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Ewaş Çawîş ve hate xwendin.

Dûre endamê Meclisa PYDˊê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî û wiha got: "Em vê konferansê li tevahî gelê kurd pîroz dikin. Di vê dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastina Medyayê zêdetir bûn. Sedema vê yekê jî ew e ku projeya Rêveberiya Xweser tune bin. Her wiha êrişên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medayayê  bi destê îxanetan pêk tê, da ku tevgera azadiya Kurdistanê tune bikin."

Ferhan Kobanê diyar kir ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember van êrişan hevkariya wan bi dagirkeriyê ye û wiha got: "Êrişên ku li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li ber çavên dewletên cîhanê  tên kirin û li hember vê yekê jî bê deng in. Bêdengiya wan xuya dike ku hevkariya dagirkeriyê dikin."

Ferhan Kobanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê li hember xiyanetê û dagirkeriyê li ber xwe bidin û tê bikoşin. Bi têkoşîn û berxwedana me wê projeya me ya Rêveberiya Xweser jî bi ser bikeve."

Her wiha bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Viyan Adar lidarxistina konferansê pîroz kir û hêvî kir ku encamnameya wê li gorî daxwaz û armancên gel be û layîqî fedakariyên şehîdan be.

Viyan Adar wiha got: "Fedakariya şehîdan îradeya me ya berxwedana li hemberî komployan xurttir dike. Em ê ji berê xurttir bin jî. Em bi xwîna şehîdan sond dixwin ku em xwedî li hemû şehîdan derkevin û neteweya demokratîk bidin rûniştandin. Her wiha gelê Efrînê berxwedana wan sînorên destlhildariyê û dagirkeriyê dişikîne. Hêviya gelê Efrînê wê her tim xort be û heya rizgarkirina herêmên dagirkirî tê bikoşe."

Viyan Adar di dawiya axaftina de diyar kir ku dê berxwedana gel û hêza leşker ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan her tim têkoşîna xwe bilind bikin.

Piştre hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê hat hilbijartin.

Di dawiya Konferansê de endamê rêveber ê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan, Birîndar û Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û got: "Ji bo Rêber Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê bê bilindkirin. Em bi hêvî ne ku sala bê dê konferansa we li Efrîna rizgarkirî were lidarxistin."

(zş/fr)