Gaziyên Şer Şehîdên 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn

Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ya kantona Cizîrê Şehîdên 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn.

Gaziyên Şer Şehîdên 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
13 tîrmeh 2024   21:20
HESEKÊ

Mala Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê têkildarî bîranîna Şehîdên 14ˊê Tîrmehê (Rojiya Mirinê) li Baxçê Serokatî yê li Şedadê daxuyaniyek da.

Endamê Mala Gaziyan Casim El Xidêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Şehîdên 14ˊê Tîrmehê (Rojiya Mirinê) hatin bibîranîn û hat diyarkirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şopandina xeta şehîdê mezin Mazlûm Dogan berxwedana zîndanan bû sembola serkeftinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan û Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê ku di oxira gihandina azadiyê de dimeşin û dê li gorî qêrîna Mazlûm Dogan a (Berxwedan Jiyan e) tev bigerin.

Di dawiyê de beşdaran siloganên ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ berz kirin.

(fr)

ANHA