Semîh Şiqêr: Sûriyeyî welatekî yekreng û yekzimanî naxwazin

Hunermend Semîh Şiqêr anî ziman ku divê desthilata Şamê ji yek ziman û yek rengî dûr bikeve û got gelê Sûriyeyê dixwaze welatê xwe bi awayekî ku mafê her kesî mîsoger bike, ava bikin.

Semîh Şiqêr: Sûriyeyî welatekî yekreng û yekzimanî naxwazin
22 adar, 2025   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendê sûriyeyî Semîh Şiqêr civîneke çapemeniyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Semîh Şiqêr kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşdariya pîrozbahiya Newrozê anî ziman.

Semîh Şiqêr bal kişand ser ezmûna jinan a li herêmên Rêveberiya Xweser û wek ezmûneke "bêhempa û mînak" wesifand. Her wiha îşaret bi eleqeya civakê bi rola jinan kir û diyar kir ku ev ezmûn asta pêşketina civakê nîşan dide.

Hunermend Semîh Şiqêr têkildarî hêviyên gelê Sûriyeyê de piştî ketina rejîma Baasê û siyasetên desthilata heyî ya Şamê jî ev tişt anî ser ziman: "Rewşa heyî ya Sûriyeyê hêviyên gel bi cih nayne. Em bi hêvî ne ku rûpeleke nû were vekirin ku Sûriye bi destê tevahî hêzên nîştimanî were avakirin."

Semîh Şiqêr wiha domand: "Me hêvî dikir ku piştî rûxandina rejîmê, Sûriye bi rengekî cuda were avakirin, lê rewşa heyî fikrê paşverû nîşan dide ku aliyên din dûr dixe û yek reng serwer e."

Semîh bal kişand ser nêzîkatiyên desthilata heyî bi aliyên din ên Sûriyeyê, bûyerên li perava Sûriyeyê re, her wiha nêzîkatiyên wê li hemberî herêmên rojhilatê Firatê, Dera, Siwêda û îmzekirina "danezana destûrî".

Hunermend Semîh Şiqêr xwest siyasetên heyî werin guhertin û girîngiya diyalogan wekî wesîleya pêkanîna guhertineke rasteqîn destnîşan kir û got: "Ji bo destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya rast û berfireh pêdivî bi lêgerîna xalên hevbeş heye. Berdewamiya nêzîkatiya heyî tenê wê nakokiyê kûrtir bike û dijberiyeke berfireh li hember van polîtîkayan çêke."

Şaqir diyar kir ku wî hevdîtin li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re kir û kêfxweşiya xwe anî ziman: “Ez daxuyanî û nêrînên zelal ên Rêveberiya Xweser ku dûrî zimanê çekê ye, her wiha û daxwazên wê piştrast ên beşdariya wê di avakirina Sûriyeya nû de kêfxweş bûm. Armanca Rêveberiya Xweser parçebûn nîn e, lê belê dixwaze yek welat bê avakirin ku mafên hemû pêkhateyan lê mîsoger bin."

Semîh Şiqêr destnîşan kir ku divê mafên çandî û zimanî yên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê wekî garantiya yekitiya Sûriyeyê werin naskirin û got: "Normal e ku sûriyeyî mafên xwe yên çandî û zimanê biparêzin. Ev jî ji bo mîsogerkirina yekitiya Sûriyeyê pêdiviyek e.”

Çaverê ye ku hunermend Semîh Şiqêr serdana xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevdîtina li gel fermandarên YPJ’ê û ziyaretkirina Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi dawî bike.

(bb)

ANHA