Li Şedadê jî berhemên çandiniyê ne baş in

Cotkarên ji Şedadê û gundewarê wê dest bi çinîna kemûnê kir. Cotkar dibêjin îsal ji ber kêmbûna baranê berhem kêm e, her wiha ji ber bihabûna lêçûnan gazinan dikin.

14 gulan, 2025   05:06
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Cotkarên ji Şedadê ya kantona Cizîrê vê heftiyê dest bi çinîna kemûnê kir. Cotkar ji ber kêmbûna berhemê gazinan dikin û ji aliyên têkildar xwest pişgiriya wan bikin.

Cotkaran diyar kir ku kemûn berhemeke bingehîn e li Şedadê, lê îsal hem kêm bû û hem jî kalîteya wê ne baş bû.

Cotkarê Hesen El Muxlif têkildarî mijarê got: “Ji ber zuwabûn û kêmbûna baranê îsal gelek cotkaran berhema xwe ya kemûnê bi temamî ji dest da. Hinekên din jî hewl da enerjiya tavê û bîrên avê ji bo avdana çandiniyê bi kar bînin, lê lêçûna wê gelekî zêde bû.”

El Muxlif bal kişand ser wê yekê ku heqdestê karkerên çandiniyê gihaştiye 5 hezar lîreyî di saetekê de û ev yek jî barê cotkaran girantir dike. El Muxlif di berdewam axaftina xwe de got: "Tevî ku buhayê kîloyeke kemûnê 20-30 hezar lîreyê Sûriyeyê ye jî, lê lêçûna zêde û kêmbûna berhemê nehişt ku em qazancekê bi dest bixin. Çandinî di van şert û mercên giran ên avhewa û aboriyê de bûye barekî li ser milên cotkaran.”

Cotkaran got divê aliyên têkildar destwerdaneke lezgîn bikin û banga piştevaniya rasterast kir, bi rêya hêsankirina peydakirina pêdiviyên hilberandinê, kêmkirina lêçûnên avdaniyê, her wiha bernameyeke kirîn û firotinê were danîn. Cotkaran diyar kir ku piştgiriya çandiniyê ya herêmê berpirsyariyeke stratejîk e ji bo aboriya xwecih.

(k)

ANHA