Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM

Xabûr FM ku bi pêşengiya jinan hate damezirandin, 10 sal li dû xwe hiştin. Xabûr FM ku bi bernameyên xwe yên cihereng li Hesekê weşangeriyê dike, bûye dengê jinan û rengê jiyana hevbeş.

Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM
Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM
Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM
Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM
Dengê jinan û rengê jiyana hevbeş; Xabûr FM
14 gulan, 2025   03:45
HESEKÊ
BÊRÎVAN BEYAR- BAZ MORDEM

Radyoya Xabûr FM yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê wek bersiva li hemberî polîtîkayên înkar û çewisandinê ku rejîma Baasê li hemberî pêkhateyan dida meşandin, hate damezirandin. Her wiha hewl dide jiyana hevbeş a di navbera gelan de bi pêş bixe.

Radyoya Xabûr FM ji aliyê 4 hezkiriyên xebata ragihandinê (3 jin û mêrek) ve li Hesekê hat vekirin. Yek damezirînerê Xabûrê Ezîz Çolî ye ku piştî stûnên radyoyê danî û xebatên wê pêş xistin, tev li YPG’ê bû. 25’ê Hezîrana 2019’an li ser rêya Hesekê-Tiwêna di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Xabûr bi zimanên erebî û kurdî weşanê dike bi derfetên gelekî kêm di 14’ê Gulana 2015’an de hate damezirandin. Xabûr xwe di bin sîwana Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) de bi rêxistin kiriye, bi dirûşma "Dengê Biratiya Gelan" dest bi weşanê xwe.

Radyoya Xabûr bi tora xwe ya nûçegihanan di nav civakê de ye û çalakiyên wê dişopîne. Pirsgirêk, gazinc û rexneyên civakê bi aliyên eleqedar re parve dike û çareser dike. Di demên êrişan de li qadên şer berxwedana gel û şervanan radigihîne.

Xabûr li ser pêla 96.30 weşanê dike, bi bernameyên xwe yên civakî, siyasî, çandî, hunerî, aborî, îdeolojî, jin, ciwan, zarok û û blûtenên nûçeyan karibû di demeke kurt ji aliyê pêkhateyên Hesekê ve were pêşwazîkirin. Bi zêdebûna eleqeyê bi radyoayê re tevlêbûna endaman çêbû.

BI PÊŞENGIYA JINAN HATE AVAKIRIN

Xebatkarên Xabûr FM ku ji pêkhateyê Ereb û Kurd in, xwe di hemû beşên radyoyê de perwerde dikin. Her endamek dikare di hemû aliyên weşangeriyê de xebatê bi rê ve bibe.

Der barê armancên damezirandina radyoya Xabûr de rêveberê radyoyê Mîrxan Îmadî ji ajansa me re axivî û got: "Wekî tê zanîn li bajarê Hesekê ku rex çemê Xabûrê ye Ereb, Kurd, Suryan, Asur û Ermen dijîn. Bajar bi pêkhate, ol û çandên xwe yên cûda tê naskirin ku wekî mûzaîkeke rengîn bi hev re dijîn. Rejîma Baasê hewl dida vê mûzaîkê xirab bike û di navbera pêkhateyan de xirab bike. Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re me xwest radyoyeke vekin ku karibe ji siyasetên rejîmê re bibe bersiv û çanda jiyana hevbeş pêş bixin.”

’XABÛR DI NAVA GEL DE YE’

Mîrxan îşaret bi eleqeya civakê bi radyoayê re kir û wiha got: "Xabûr hem guhdarî, hem jî li ser medyaya dîjîtal baş tê şopandin. Ji welat û derveyî wê şopînerên me hene ku tev li bernameyan dibe û nêrînên xwe parve dikin. Em dikarin bêjin ku Xabûr di nava gel de ye, li gazinc û rexneyên gel guhdarî dike û dighîne aliyên eleqedar. Vî jî hiştî ku gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Weşana me ya guhdarî tenê bajarê Hesekê û gundewarê wê ye. Ji bo firehkirina çarçoveya weşanê hewldan tên kirin."

ASTENGÎ Û ÊRIŞ

Mîrxan Îmadî têkildarî astengiyên li pêşiya xebatê got: "Destpêkê gelek astengî hebûn, wekî derfetên kêm ên teknîkî, navend li derveyî bajar bû ev jî dibû sedem ku di çûn û hatinê de zehmetî werin kişandin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker hişt ku frekansa weşanê gelek caran were guhertin. Lê tevî vê yekê jî weşan berdewam dike û ji bo pêşxistina kar perwerde tên dîtin."

BERNAME

Ji derveyî bultenên nûçeyan, bernameyên ku Xabûr diweşîne ev in: Cangoriyên Azadiyê, Şevbuhêrka Xabûr, Daxwazên Stranan, Dengê Ciwanan, Bûyer, Hesad El Îsbûi (Rojeva Hefteyê), Roniyên Jiyanê ya zarokan, bernameya hunerî, Durr Etîqa ku balê dikişîne ser helbestên erebî û şîroveyên wê, Qedaya Şerq El Ewsaet (Pirsgirêkên Rojhilata Navîn), Ramanên Azad, Multeqa El Ediyan bernameyek olî ye, Wêjeya Şoreşgerî, Analîzên Rojê, Hêviyên Sibehê.

BI PÊŞENGIYA JINAN HAT DAMEZIRANDIN

12 xebatkarên Xabûr FM’ê hene ku 7 jê jin in û cihekî girîng daye mijarên jinan. Balê dikişîne ser têkoşîna jinan a di hemû qadan de û li ser pirsgirêkên wan disekine.

Rêvebera servîsa jinan a Xabûr FM’ê Rexed Mihemed ku bi zimanê erebî pêşkêşiyê dike, têkildarî weşana jin ev agahî dan: "Weşangeriyeke baş ji bo jinan hatiye veqetandin û hewldanên pêşxistinê hene.  Bernameya Asoya Jin bi zimanê Kurdî ye. Ev bername balê dikişîne ser serkeftinên jinan di şoreşê de, mijarên din mîna rewşa jinên koçber, sûc û binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin. Bernameya Afaq El Meraa mîna bernameya Asoya Jin e lê bi zimanê erebî ye. Bernameya Rojeva Jin jî heye. Ev bername li ser mijarên girêdayî jinan ku bûne rojev û ji aliyê mêvanên tev li bernameyê dibin tên nirxandin. Bernameya Nûjen jî heye ku cih dide jiyana dayikên ku mohra xwe li jiyanê daye.”

Xebatkara Xabûr FM’ê Zîlan Îsa bal kişand ser xebata jinan di warê ragihandinê de û got: "Beriya şoreşa Rojava xebata jinan li derveyî malê bi taybetî di qada ragihandinê de sînordar bû û dengê wê hatibû birîn. Lê bi saya fikirên Rêber Abdullah Ocalan û bi şoreşa Rojava re ku wek şoreşa jinan tê naskirin, jinan ev qeyd şikandin û cihê xwe di hemû qadan de girt.”

Zîlan da zanîn Radyoya Xabûr bi pêşengiya 3 jinan hat avakirin û got: "Xebatkarên me di hemû aliyan de hatine perwerdekirin û dikarin hemû beşan bi rê ve bibin. "

Zîlan anî ziman ku bernameyên Xabûr FM’ê ji aliyê gelek dayikan ve tên hezkirin û got: "Ji bo hejmareke bêtir xwe bigihînin me bernameyên me yên zindî hene ku li ser Facebookê weşanê dikin. Şopandina radyoyê baş e. Gelek dayik hene bûne wekî malbata Xabûrê ku rojane tev li bernameyan dibin.”

ANHA