Şîrovekarekî iraqî: PKK’ê gaveke erênî avêt, divê Tirkiye jî gavan biavêje

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Necim El Qesab encamnameya PKK’ê wek gaveke erênî nirxand û diyar kir ku ji bo dewleteke demokratîk ava bibe divê dewleta Tirk jî gavan biavêje.

Şîrovekarekî iraqî: PKK’ê gaveke erênî avêt, divê Tirkiye jî gavan biavêje
14 gulan, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12’ê Gulanê encamnameya kongreya xwe ya 12'emîn aşkera kir ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Di kongreyê de biryara fesixkirina avaniya rêxistinî ya PKK'ê û bidawîanîna têkoşîne çekdarî, destpêkirina pêvajoyeke siyasî hatin dayîn.

Der barê mijarê de şîrovekarê siyasî yê iraqî Necim El Qesab got: "PKK dixwaze xebata siyasî bike, îstiqrara civakî û aborî pêk bîne, ji şer dûr bikeve, ji ber ku encamên van şeran ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelên din windahiyek in."

Necim El Qesab diyar kir ku biryara PKK’ê hin dewlet û hikumet ên ku dixwazin di "lîsteya terorê" de be, tevlihev kir û got di rastiyê de ev biryar pêngaveke erênî ji bo PKK’ê ye.

El Qesab di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku divê hikumeta Tirk biryara PKK’ê wek însiyatîfeke xêrê bibîne û bêyî ku şertan li ser PKK’ê ferz bike, gavan ber bi muzakereyên cidî ve biavêje.

Necim El Qesab got: “Tu kes nikare PKK’ê têk bibe an bişkîne ji ber xwedî pisporiyeke leşkerî ye ku bi salan li çiya û deştan têkoşînê kiriye. Ev rastiyek ku nayê înkarkirin."

Şîrovekarê siyasî Necim El Qesab diyar kir ku ji hikumeta Tirk tê xwestin ku tawîzan bide û ber bi avakirina dewletek demokratîk ve biçe ku ji hêla siyasî û ewlehiyê ve aram be.

(bb)

ANHA