Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin

Li navçeya Şedadê bircên ceyranê yên ji ber kiryarên diziyê ji xizmetê derketibûn, tên sererastkirin.

Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
Li Şedadê bircên ceyranê tên sererastkirin
15 adar, 2024   17:52
HESEKÊ

Li gundê Hinê ya rojhilat a girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê bircên ceyranê ji ber kiryarên diziyê ketibûn . Di encamê de ceyran li ser navçeyê qut bûye. Saziya Kehrebeyê ya Navçeya Şedadê dest bi sererastkirina bircên ziyandîtî kir.

Rêvebera saziyê Rîm El Reca diyar kir ku xebatên sererastkirinê wê derdora 10 rojan dewam bike û xwest ku tavilê rê li ber diziyê bê girtin.

Rîm El Reca ev bang li şêniyan kir got: "Eger we tevgereke bi guman li derdora bircan dît agahî bidin. Hevkariya civakî dê civakê û milkên giştî biparêze."

(mh/bb)

ANHA